Payîz hat yadê

Payîz hat yadê

Helbestvan: Dilan Maku

 

Payîz hat yadê.

 

Bayê sar çi dizîzîne,

Pelên dara dirizîne,

Rengê gula dibirîne,

Payîz a dilêş hat,yadê,

Zerîya te,ne mivane,

Li xerîbîyê wêrane,

Feyîde nake dermane,

Bo dîtina te êş'm,yadê,

Her ro bibêjim navê te ,

Dinê rokim ber pîyê te

Bidim xêr û xêratê te,

Bersf nade mafê te,yadê,

Dilê te kakilê gûze,

Avê li ser rast û dûze,

Ez qerisîm mîna bùze,

Sare dest pîyê min,yadê,

Desmala yadê sê renge ,

Mîna roja nûr û şenge ,

Gêrêdaye  pir qeşenge,

Nirxî  mîna  welat ,yadê,

Her roj disoje dilê te ,

Parçe dikin walatê te,

Qedexene keç lawê te,

Ez bi kul kovanim,yadê,

Lê payîzê ez bê parim,

Mîna colê bê cebarim,

Her dayîka xwê digerim,

Bê kes bê omitim,yadê,

Min re tê xebera reşe ,

Feleka nesazgar şaşe ,

Dêm gilîya nabim geşe.,

Şev ro ez dinalim,yadê,

 

                         15.09.2024.

 

XELAT