XEYÎDÎME
Helbestvan: Siltana Memê
Xeyîdîme,
Ji dêmên bê çûrisk, dêmsarî ye,
Dilê nade germî, dilsarî ye.
Xeyîdîme,
Ji eşq-evîna kul, bê gumane,
Birîne bê însaf, çi dermane?
Xeyîdîme,
Ji bedewya nare, husnîcemal,
Dide tanayê wê şewq û şemal.
Xeyîdîme,
Ji wan şev û rojên jîyana har,
Li ser milên nazik, girane bar.
Xeyîdîme,
Ji Sîpan Xelatê, neparast vîn,
Mexbere Sîyabend, Xeca zerîn.
Xeyîdîme,
Ji Eyda Mirazbaxş, Cotê Siwar,
Çawa bûn hêvî bo, yazî û war?
Xeyîdîme,
Ji xewn-xeyalên xwe, kûre dûrîn,
Hezkirî jî Ii min, venegerîn.
Xeyîdîme,
Ji dunya-alemê, bê welatim,
Bê heval-hogir, bê pêşewatim.
Xeyîdîme,
Ji Şengala Dayîk, Lalişa Nûr,
Ma ji dua pîroz, em hîştin dûr?
Xeyîdîme,
Ji peyv, zarê şekir û hingivîn,
Şîrin temirandin hest û evîn.
Xeyîdîme,
Ji şêrên mêrxase navmilzinar,
Ber fêlên rûvîkê mil hatin xwar.
Xeyîdîme,
Ji wî ruhê xweyî, delalê dil,
Ne baware şabûn, ne çevên şil.
Xeyîdîme,
Ji çel, kor mitalên terya çûyî,
Dîsa hişyar dikin, derd bîrbûyî.
Xeyîdîme,
Ji aşiqê bilbil, sewd dengbêje,
Dilî derya êşe, carkê bêje.
Xeyîdîme,
Ji rêz, helbestên naz, fikrên dildar,
Çima pir xweşikin, lê birîndar?
Xeyîdîme,
Ji xwe, min go:- cengim, Welat rengim,
Na welle, bindestim û bêdengim.
Xeyîdîme ji xwe... Ax, xeyîdîme. . .
31.05.2025s.
Xelat
