Pesna xwe bi zimanê xwe bide?
Helbestvan: Bêçarê Kurd
Ku te navê xwe hilneda
B'zimanê xwe pesin neda
Bendav ji xelkê ra berda
Ma tu çawa kurdî lolo
Bi zimanê dijmin bilbil
Bi zimanê xwe jî gilgil
Wek li zevî bûye qimil
Tu tev hev weka derdí lo
Nebêj kurdim neke vira
Nebe dorbîn li çav gura
Nêçîr neke xûşk û bira
Qey tu ne comerdî hilo
Salixdana te ji mir dan
Pesna gotinên te hildan
Tev li min bûn weka derdan
Dinya bi xwe şil û pilo
Dinya bi xwe bê wate ye
Heger ku ev kar yê te ye
Bindestî her para te ye
Dev berde ji sazê dilo
Ta ku ziman bi pêş nexî
Rast û çep ji hev dernexî
Dora êşe bi dest nexî
Tu serbest bibî qey çilo
Bindestî ew her li me tê
Gava ku em bûn j'ometê
Werne min û vê susretê
Kanî zimanê we gelo
Ev zimana te neheband
Ji xelkê ra te zû heland
Dil birişt û te nekewand
Çawa bikî çavan kilo
28/07/2024-Serzorî
XELAT