VEGERE QULINGÊ HEVAL
Helbest: Seyrana Celad
Îro berbangê,serê sibe zû,
Dengê qulingê,min tesele bû,
Wek bayê bezê,bezyam ji malê,
Jêra neghîjtim,ber arane çû.
Li pey nihêrî,mecbûr û xemgîn,
Gelo tûnebû, ji bo min mizgîn,
Bûme parseka, evîna yarê,
Neşandye silav, gotinek lezgîn.
Belkî bîrsarî, qulingê heval,
Te nekir pirsyar, ji hal û hewal,
Yan tu jî wek yar, êdî kesirî,
Berî dighoyrî, ku nekî suwal.
Ez û tu bibûn, şirîkê surre,
Haya te hebû, ji agrê gurre,
Xem û şabûnê,hevra parvedkir,
Nirxê dilê min, lal cewahurre.
Navbera me da,bibûy wek pira,
Her sal baharê, te tanî çira,
Ruh da vêdixist, hêvî û guman,
Bizot dipekyan, vir heya wira.
Çi bûye sebeb, nebûy bendewar,
Te jî hîşt tenê, keça ustûxwar,
Gelekî hindik, li rex min bimay,
Te ra bigota, rewşa xwe dijwar.
Hêçxem perwez da, ezmanê sayî,
Destê xwe min şûşt,ez mam bê xayî,
Êdî kê bîne, xeberê şîrîn,
Ku bijîm bi van, jîn bikim şayî.
Vegere bal min,qulingê heval,
Wek berê bike, pirsyar û suwal.
XELAT