Semaya bê deng
Helbestvan: Dîlan Maku
Ezê baxçekî ji dûrî gund avakim,
Li dora wê tev şîlan û bêyîbûn kim,
Çîwçîwa Çivîka , duxduxa kevoka,
Bi dengê bê miraza ahenga saz kim,
Ezê dodekê lêkim bi dara mazî'
Xwezayê ra nîgar kim bi serfirazî,
Bila metirsin kar xezalên çiyayî ,
Semaya bê deng bigirin bi yek rêzî,
Ezê nexş lêkim,wek bajarê selmastê,
Ezê biçim ba manî mîrê helbestê,
Eşkere bêjim,dil raman vê mabestê,
Tû ronî ke , bila paqij be qirş û qal
Ezê dibistanê lêkim bi doxa dil,
Bila têda nebin şêx malên dil bi kul,
Bila werin dengên çar tîrêjên rojê,
Şîn bibe baxçê min geş be gîha û gul,
Ezê nexşa rê lêkim bi kezîyê xwê,
Bin çiya re heya ber derê baxçê xwê,
Kevokên aram tevan ji re karmend kim,
Bê tirs bê şupê razim gel dayîka xwê ,
Ezê guristaneka bê miraz lêkim,
Çardaxa wê tîrêjên rojê avakim,
Pencê rojê , wekû şûr dilê neyar xim,
Şefaqa vê sıbê baxçê xwê gulstan kim,
XELAT