Devêm ken bû
Helbest: Xaylaza Reşîd
Devêm ken bû.
Min go bêje ey Xweda
Min cî nedî van erda
Emir çû tev kul derda
Min dev her tiştî berda.
Boş bû dinya tev emir
Kesî naziyê min nebir
Yek ji yekî xirabtir
Min tu tiştî fem nekir.
Dil vekirî devêm ken
Min dixistin hezar ten
Fêlbaz tijî bi rûkî fen
Bi nivişt bûn û bi ben.
Eza rehet dil sade
Halê min bû bê fayde
Min naz nedikir bende
Min nezana bê sewde.
17.09.2025
XELAT
