Bîranîna Cizîrê?
Helbestvan: Hasan Kordede
Cezîra min tu menale
Xwîn rijî ya pak zelale
Li ser axa te têt nale
Gelo!rabe ka çi hale..
Warê mem û warê zînê
Dîyarî dan gul bi xwînê
Da xweş bikin pê evînê
Pakrewanan eşq hilînê..
Can gorîyan lê kir silav
Rondîk nema weşîn ji çav
Li hestên wan rêz û silav
Dil geş bikin gel dê û bav..
Cizîr vejîne xanî ye
Ew bi xwe ilm zanistî ye
Cîhan kore tu nedî ye
Heyfa zanyar bê xudî ye..
Heyfe ku em te'j bîr bikin
Emê rêça wan bi tîr kin
Fikr û raman bi tevdîr kin
Koka dijmin emê sîr kin..
Koka neyar jêr bikolin
Ew çivokin hem pi'olin
Rûmeta wan ferek solin
Ewna pîncin ne bav dolin..
Hûn ji hêza wan netisin
Bila sîxur j'xwe bitirsin
Ger ne ewbin zû helisin
Wekî kêçê dimismisin..
Silav l'giyan bi rêzdarî
Ey hevalê roja tarî
Sama te ket nav neyarî
Bo me ziman za û zarî..
Va li pêy we em tev têne
Xudî rûmet li ser rêne
Tev bi hevre bav û dê ne
Lawê mîdya herdem çêne..
Bêçarim ez va diqîrim
Ji xeman re çal û bîrim
Li ser rastî wekî tîrim
Şop danê elî herîrim..
07/02/2024-Bêçarê kurd serzorî
***************
Lê derda li ser masê?
Girtim tora wekî dasê
Nema jê dibûm xelasê
Min kir nekir berxwedane
Di ser min re girt misasê..
Bask ji kestî mam bê mefere
Bê degn kirim çûçkê kerre
Di ber minre here were
Birîndarim tev ji pasê..
Mirin hebe min bi çav dît
Felek ji hev em bûne fît
Li dora min gur bûne çît
Va ez vedxum ji wê kasê..
Ji rola te min pesin da
Diran kotin di hesin da
Min gula xwe bi sosin da
Va rût daketim peyasê..
Min ew vexar li meydanê
Zû vegerand ji talanê
Dizê wê hatne amanê
Lê ew derda li ser masê..
07/02/2024-Serzorî
******************
Dixazim?
Ez dixazim bimrim rojê sê dacarî
Ezraîl dide min jiyan bi dijwarî..
Ev rewş te da min va dikêşim b'zîwarî
Xweşî nedît min ji te qey ji bêl bêçarî..
Dilê mi ne sifre ye ku vereşînim
Da bixwînî wek pirtûkê an kovarî..
Felek bese ji dinya te va bi têrim
Hilkişîne vê dizgînê ger bi xêrî..
Pirtûka te va min daweşand ser ta bin
Tu ji bona min di her demêda bê kêrî..
Ev cîhana ser ta bin xweş dijîne tev
Lê bi tewşî di gerdûn da min dinêrî..
Ava bû ye li ser rastî wek tê gotin
Lê mixabin çiqa bêjim guh nadêrî..
Qet navêm ji te hêvîyên beravêtî
Ta bidî min di cîhande ûd û sêrî..
Ev bû çel sal ku diçikçikim li ber te
Her dem kovan û êş ji te tên dil sarî.
Par û pişka tu par vedikî va li xelkê
Lê ku pişka min tê tu timî xewarî..
Va ji ahû xeman têr dagirtî me lê
Ta ji mirinê te ez hîştim bê parî..
Çi gunehe ku min kir bi te de bêje
Ta bi îro dikêşim wer bi neçarî..
05/02/2024-Serzorî
Wêne ji pênûsa Fewzi Bilge
XELAT