DAYKA DUAÇÎ
Helbest: Siltana Memê
Astengya kil-kor, ez kirim nuxsan,
Hêsirkên tehl-şor, nedidît însan,
Kul û êş hê zor, jana her kesan,
Kê ye duaçî, bo min Rebê Jor.
Çira temirî, min bû terîstan,
Bûme wek mirî, derdê dil, hestan,
Dor min vemirî, tenê mam bestan,
Kê ye duaçî, Zerga sibê sor.
Kê da min vejîn, digre tim rojî,
Ber bedena jîn, berxikim hê jî,
Dil da heye vîn, germ û rehm tijî,
Dê ye duaçî, Bo min zarê mor.
Bextewarya min, her kes dibîne,
Lê êşa ser dil, tek Dê vedhûne.
Siltana Memê li gel Dayîka xwe
14.09.2024s.
XELAT