Edîla Xanim, xanima dadperwer a kurd

Edîla Xanim jina desthiladar a eşîra Caf û jina Osman Paşayê Caf e, ew dayika herdu helbestvanên kurd (Ehmed Muxtar Caf û Tahir Beg Caf) bûye.
Piştî ku Edîla xanim bi Osman Paşayê Cafî re dizewice, serokatî û serpereştiya eşîra Cafan dikeve stûyê Osman Paşa. Ev jina kurd Edîla Xanim di hemû kar û barên Osman Paşa de alîkariya wî dike.
Dema mêrê wê wefat kir, wê serweriya eşîra Cafan kir û nav û dengê wê li Devera Şarezûr, Hewraman û deverên din ên Başûrê Kurdistanê belav dibe.
Ev jî ji ber xebata wê ye ku çendîn dibistan, bazar û çendin avahiyên mezin li Helebçe di dema xwe de ava kirine û ji gundekî biçûk veguherand bajarekî avadan.
Çendîn nivîskarên kurd û biyanî li ser vê xanima mezin nivîsandine, biyaniyan ew wek "şajina Şarezorê ya bê tac" bi nav kirine.
Mîcersonê inglîzî ku, Efserê û nivîskar û zimanzanê artêşa Brîtanyayê, dema ku serdana Helebçeyê kir, li mala Osman Paşayê Cafê dimîne. Ji wê demê û vir ve bi hêz û desthilata Edîla Xanimê matmayî dimîne û di pirtûkeke xwe de behsa kurd û bale dikşîne ser Edîla xanimê û weha dibêje: "Edîla Xanim ne tenê di karên siyasî de desthilatdara herêma Şarezorê bû, belku dadgeha xwe hebûye û zindan avakiribûn û bi xwe çavdêriya dîwana dadgehê dikir û kesên xerab ceza dikirin. "
Edila Xanim keça Ebdulqadir Beg Rostem Beg Sahibqiran e. Edila Xanim li Silêmaniyê ji malbateke navdar bi navê (Sahibqiran) hatiye dinê û bi dawîbûna desthilatdariya Babaniyan re di sala 1851`an ê zayînî de, malbata wê ji Silêmaniyê derketin û çûn bajarê Sine paytexta mîrektiya Erdelan bi cihbûn.
Edîla Xanim, di sala 1859an de li bajarê Sine paytexta Erdelanê ji dayik bûye. Bingehên xwendina Quranê liser destê mamosteyekî taybet wergirtiye. Di sala 1895’an de li Helebçeyê bi Osman Paşayê Caf re hevsergîrî dike.
Edîla Xanim di bihara sala 1924an de di 65 saliya xwe de li bajarê Helebçeyê koça dawî dike û li goristana Ebabeyîlî ya nêzîkî Helebçeyê hat veşartin.
XELAT