Jivanê Kewê – Rola Jinê di Civakê de

Jivanê Kewê – Rola Jinê di Civakê de

Çalakvana Kurd (Lulav Dawud) ragihand, roleke geleke mezin ya Jinê di nava civakê de heye, jiber ku jin nîveka civakê ye û nîva civakê li ber destê jinê tê perwerde kirin.

Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin, li ser babetê (Rola Jinê di Civakê de) ye bi mêvandariya (Lulav Dawud) Çalakvana di biwarê jinê.

Lulav Dawud tekez kir ku, "Eger jineke serkeftî di civakê de hebe wî demî wê civakeke serkeftî ya me hebît. Her weha du tiştên giring pêwîstin ji bo jineke serkeftî ew jî yekem divê ev jin bawerî bi hêz û şiyanên xwe hebît û ya duyem jî dive îrade hebît ku xwe pêş bixe".

Çalakvan (Lulav Dawud) Amaje bi wê yekê jî kir ku tevî astengiyên civakê yên li başûrê Kurdistanî, jinê kariye rola xwe di hemî waran de bilîze û berpirsyartiyê hilgire û karûbaran birêve bibe.

 

Ji bo dîtina tevahiya bernamê vê lînkê bitikîne….

 

XELAT