Geştûguzara Herêma Kurdistanê: Divê mûzîka Kurdî bê pexşkirin

Geştûguzara Herêma Kurdistanê: Divê mûzîka Kurdî bê pexşkirin

Seroka Desteya geştûguzarê Emel Celal daxwazê li cihên geştiyarî dike ku mûzîk û stranên kurdî bên pexş kirin û tabloyên hunermenêdn Kurdistanê bên daliqandin.

Emel Celal dibêje; Piştî bidûvdeçûnê bo me eşkere bû ku piraniya cihên geştiyarî li Herêma Kurdistanê zêdetir mûzîk û stranên biyanî pexş dikin û dîwarên wan bi tabloyên hunermendên biyanî û wêneyê welatên din hatine xemilandinê, ku eve jî digel nasname û ferhenga Kurdî a netewî a Kurd lihev nayê.

Emel Celal daxwazê li hemû navendên geştiyarî bi xwaringeh û hotel û motel û cihên din dike bi erkê nîştîmanî û moralî ya xwe rabin û ferhenga welat biparêzin û zêdetir pişta xwe bi mûzîk û strana kurdî û tabloyên hunermendên kurd û Kurdistanê girê bidin. Daku geştyar bi xwaza û dîroka şûnwarên me aşna bibin.

Ji aliyê xwe ve jî nivîskar û Pro. Dr. Serbest Nebî di gotareke xwe de ku di rojnameya Kurdistanî Nwê de hatibû belav kirin bi navûnîşana (Dema ku mûzîk û stranên kurdî li Herêma Kurdistanê tên qedexe kirin) di wê gotara xwe de bale dikşîne ser pexşîna mûzîk û stranên biyanî di pêşangeh û bazar û cihên geştiyarî yên Herêma Kurdistanê û çawa kompaniyên biyanî mûzîka kurdî li Kurdistanê qedexe dikin.

 

XELAT/ Rojnameya Kurdistanî Nwê