Jivanê Kewê – Jina Karker û Civakê

Jivanê Kewê – Jina Karker û Civakê

Rojnamevan û çalakvan (Enîsa Heyder) ragihand ku, li Kurdistanê jina kurd di hemû waran de rola xwe kariye bilîze û kariya hebûna xwe di nava civakê de biparêze.

Xeleka vê carê ya bernameya (Jivanê Kewê) ku kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê li devera Behdînan diweşîne û ji aliyê Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin li ser babetê (jina karker û civakê) ye bi mêvandariya rojnamevan û çalakvan ( Enîsa Heyder) bûye.

Li ser pirsa giringiya karê jinê di civakê de mamosta (Enîsa Heyder) ragihand ku hebûna jinê di nava civakê de ji aliyê kar ve gelekî giringe ku di vî demî jina kurd karî xwe di warê kar de xwe diyar bike û rola xwe bilîzê. Her weha jina Kurd di gelek waran de karê xwe dike bi taybetî weku perestar û mamosta li xwendingehan ku ji zilaman zêdetir dikarîn rola xwe bi cih bînin.

Enîsa Heyder, diyar jî kir ku, "dema jin kar dike ew berpirsyartiya mala xwe hildigre û her wisa beşdariyê di pêşkeftina civakê de dike, hebûna xwe îspat dike li nava civaka xwe de û dema ku jin kar dike baweriya xwe bi xwe zêdetir dibe, ya herî giring jî serbixweya darayî li dev xwe peyda dike."

Ew yek jî aşkira kir ku jina karker barê xwe gelekî girane ji ber ku li kêleka karê xwe û jiyana xwe ya derve kar û jiyana xwe ya malê û zarokên xwe jî dike.

 Ji bo temaşekirin û guhdarîkirina hemû bernamê li vê lînkê bitikîne…

 

XELAT