Dr. Murşid Al Yûsif: Somerî, bav û kalên Kurdanin

Dr. Murşid Al Yûsif: Somerî, bav û kalên Kurdanin

Hevpeyvîn: Dilşa Yûsûf - Swêd

 

Dîroknas, lêkolîner û romannivîsê Kurd Dr. Murşid Al-Yûsif, di sala 1952 de li parêzgeha Hesekê - Sûriyê ji dayik bûye. Di sala 2023an de di 71 saliya xwe de di Dîroka Îslamê de (Serdema Eyûbî) doktoraya xwe stend. Ev bûyer (ango di vî temenî de bi destxistina diploma doktorayê) bi tu awayî nayê paşguhkirin; ji ber du sedemên giring, ya yekem ew e ku piştî gelek salan û tevî rûbirûbûna wî  ji cudakarî, zordarî, girtin û bêparbûnê ji karê mamostetiyê li Zanîngehên Sûriyê, ji ber nasnameya xwe ya kurdîtî, tevî ku berî wê çendîn bawername wergirtibû, ango di destpêka derçûna xwe de, wek Lîsans di Dîrokê de, Dîplomaya Lîsansê di warê Arkeolojiyê de, û bawernameya Masterê di Dîroka Olan de (Ola Kevnar a Kurdî), karîbû bi wergirtina bawernameya Doktorayê ya vê dawiyê, vê destkefta mezin bi dest bixe. Da ku xewna xwe ya derengmayî pêk bîne, ku bê guman pêkanîna wê di destpêka xwendina xwe de hêsantir û hêjatir bû ku ev astengiyên me behsjêkirî nebûna. Mijara din jî ew e ku wî bawernameya xwe bi dest xistiye di dema geşepêdana sîstema xwendinê û zanîngehan li Rojavayê Kurdistanê, ku Rêveberiya Xweser li gelek deverên Bakurê Rojhilatê Sûriyê vejandiye. Ev jî serkeftineke mezine ku divê ji bo wî bê tomarkirin.

Çendîn gotar û lêkolînên wî yên siyasî di rojname û malperên Kurdî û Erebî de hatine weşandin, wek rojnameya Al-Heyat, Levent News û Kovara Lêkolînên Stratejîk.

Niha li Zanîngeha Rojava li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, wek mamoste kar dike. Di heman demê de li Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk - Qamişlo - Sûriyê wek lêkolîner kar dike.

Rojnameya Xelatê ev hevpeyvîn bi Dr. Murşid Yûsif re kir:

Xelat: Çiroka derengketina te di wergirtina Doktoraya Dîroka Îslamî de (Serdema Eyûbî) di sala 2023 an de, ango di temenê 71 salî de, tevî hewildanên te yên pê hempa di warê lêkolînê de wek dîroknas û mamoste li Zanîngehên Sûriyê çi ye gelo?

Dr. Murşid: Di destpêkê de zanîn û hînbûn bi tu temen, cih û demê ve nayê girêdan. Û zanîn bi nerîna min pîvana hêz, pêşkeftin û bextewariyê ye.

Bi xemgînî tê bîra min ku rewşa aborî ya malbata me di demên borî de alîkariya min nedikir ku ez tenê dîplomaya dibistana navîn bistînim, lê bîrbirina min ji salên min ên wê demê mezintir bû û min dît ku xwendin û dîplomeya bilind dikare bibe rêyek ji bo serketinê li ser zehmetiyên aborî û jiyanê yên ku me bêzar dikir.

Ger ez di bîra xwe de bi dehsalan vegerim paş, yên ku ketine zanîngehê ji nifşê min hindik bûn, nemaze ji xelkên Cizîrê û Firatê. Min xwendina dîrokê hilbijart (tevayî ku xwendina  parêzeriyê dahata wê ya aborî pir bû wê demê ) da ku ez bizanim sedemên ku nehiştin serxwebûna Kurdistanê û gelê Kurd bigihîje mafên xwe yên rewa li ser axa xwe ya dîrokî çine.

Di sala 1979 de, ez çûm Londonê da ku xwendina xwe ya master û doktorayê biqedînim, lê nexweşiya diya min ji nişka ve bû sedem ku ez zû vegerim, da ku çavdêriya dermankirina wê bikim, ji nexweşiya penceşêrê ya tirsnak.

Paşê min xwendina xwe ya lîsansê li zanîngeha Şamê berdewam kir û min dîploma Şareza û Pisporiya Arkeolojiyê wergirt, û piştî deh salan min bawernameya masterê ji bo teza xwe ya bi navê “Domozî (Tawisê Melek) Lêkolîn li ser Rehên Ola Kevin” wergirt.

Sala borî, min doktoraya xwe stend, û teza min ev bû:

"Sultanê Kurd Selahedîn Eyûbî û Çanda Toleransê di Aştî û Şer de."

Sedema derengketina min di wergirtina doktorayê de ew e ku min çend salan li derveyî Sûriyê li welatên Erebî û Ewropa bûrand û her weha kirîza niha ya Sûriyê jî rola xwe hebû.

Ez dixwazim bibêjim ku wergirtina bawernamiyên lîsansê û masterê, an doktorayê  rengekî weberhênanê ye li ser xwe û şiyanên xwe. Ew mirov dixin nav rewşeke rehet ku mirov jêhatî û pir alî bibe, û azweriyên mirov di çespîne. Dema ku mirov bawernameyên akademîk ên bilind bi dest dixe, mimkun e ku mirov zêdetir destkeftiyên madî û manewî bi dest bixe. Ez pêşniyar dikim ku nabêneke mezin di navbera xwendina  zanko û bawernameyên bilind de çênebe,  ji ber ku cîhana akademîk bi lez xwe diguherîne.

 

Xelat:Te çima serdema Eyûbîyan bi taybetî ji dîroka Îslamê weke lêkolîn û teza xwe ya doktorayê hilbijart?

Dr. Murşid:  Pirseke pir girîng e. Heger te ew pirs nekiriba, min ê bi xwe behsbikra.

Ez dixwazim bibêjim ku Serdema Navîn serdema efsane, destan û pîroziyan bû. Efsaneya Siltan Selahedîn yek ji girîngtirîn efsaneyên Serdema Navîn e ku Rojava û Rojhilat bi hev re girê dide. An jî ew rizgarvan û parêzvan ê ku li ser hespê spî tê û xewn û hêviyên milet pêk tîne û wî ji deryaya bextreşiyê digihîne perava kesk ya geş.

Kokên rizgarvan û parêzvan Selahedîn di dîrokê de kûr in. Her  ku alozî girantir dibû, pêdiviya xwe bi lehengekî rizgarker zêdetir dibû û miletan xwe amade dikirin ku wî qebûl bikin û tev bikevin bin ala wî.

Bi dagîrkirina Xaçperestan ji Rojhilata Navîn û Qudsê  re li Filistînê, niyazên Rojavayê yên ji bo bi destxistina dahat û berhemên Rojhilatê zêde bûn. Qederê  Selahedîn  derxiste holê ku li Rojhilata Navîn dewleta Kurdî ya Eyûbî ava kir û dest bi tevgera serxwebûnê kir û di encama şanzdeh salên xebateke dijwar, berdewam û bi merdî, karî pêvajoya serketina li ser Xaçperestan di şerê Hettînê de di sala 1187 de bi destbîne.

Ya rast ew e ku Siltanê Kurd Selahedînê Eyûbî yek ji mezinên dîrokê ye û ji bo ramanvan û nivîskarên cîhanê jî îlhamek e. Dantî, nivîskarê Komîdiya Îlahî, di pirtûka xwe ya navborî de behsa wî kiriye û wî danî ye asta fîlozofên cîhanê yên weke Sokrat, Platon, Kesenefon û Homeros ku nivîskarê destanên Îlyada û Odîssa ye. Tu kesî nikariye wek wî rêza dijminên xwe bi destbîne. Ew yek ji berhemên çanda kevnar ya Kurdan e ku karîbû hemû netew û regezên cuda di bin yek alayê de bicivîne û mirovên xwedî şiyan û jêhatî, bê cudakarî derxîne pêş .Dîroknas William of Tyre, ku Serkeşîş ê Sûrê bû û hevdemê Selahedîn bû, şahidî kiriye û gotiye ku ew "Zilamekî jîr, di şer de çalak û wêrek, pir mêrxas û comerd bû ye".

 

Edward Gibbon, dîroknasê dema hilweşîna Împaratoriya Romayê, li ser Selahedîn wiha dibêje: “Ew dilnizim bû, û zêdegavî nedikir, tenê kirasekî ji hiriya zivir li xwe dikir, wî tenê av vedixwar û oldar bû bi gotin û kirin.”

Ez bi xemgînî dibêjim ku di van salên dawî de, gelek axaftin li ser Siltanê Kurd Selahedîn Eyûbî tê kirin. Bi riya kampanyayeke  ajîtasyonê  ya sîstematîk, wî bi xiyanetê û nermiyê li dijî dijminên milet tawanbardikin, bi mebesta têkbirina hêza neteweya Kurd di dema niha de. Ev kara ji aliyê kesayetiyên edebî û siyasî, û ji aliyê milîsên girêdayî hikûmetên otorîter, nijadperest, mezhebî û ta,ifî ve li dijî gelê Kurd tê birêvebirin. Ev karê reşkirinê ne nû ye. Her ku Kurd hêz û dîplomasiya xwe geşdikin, û tiliya xwe datînin ser birîna xwe ya bi xwîn û lingên xwe datînin ser riya rast ku wan nêzî mafên wan yên netewî û niştimanî yên rewa dike, ev cûre dengên kirêgirtî bilind dibin.

Ne tenê ev, lê Siltan Selahedîn dewletek ava kir, belko Împaratoriyek e Kurdî ya berfireh û berbelav avakir, li ser bingehê dad, wekhevî û hezkirinê - ku gelek milet, ol, netew û regezên hemereng di nav xwe de hildigirt. Di vî warî de, em dikarin li zanyariyên dîroknasan vegerin, wek  William of Tyre, ku dîroknasekî xaçperest bû û di serdema Selahedîn de jiyaye û dijberê wî jî bûye. Her weha dîroknas Îbn Şedad û Al-Îsfehanî û herî dawî jî Îbnul Esîr Al-Cezerî ku di serdema Selahedîn de dîroknasê herî mezin bû û bi Sultan re ketibû nakokiyê.

 

Xelat: Ji me re behsa hest û serpêhatiya xwe bike, wek yekem Doktorê ku di warê xwe de (dîrokî) ji Zanîngehên Kurdî yên nû li Rojavayê Kurdistanê derçûye?

Dr. Murşid: Ya rast ew e ku min doktora xwe ji zanîngehên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê wernegirtiye. Lê belê ez ji dema damezrandina  Zanîngeha Rojava di sala 2016an de û  heta niha wek mamoste li wir kar dikim. Bi rastî roja damezirandina Zanîngeha Rojava werçerxanek dîrokî bû ji bo zanînê û nasnameya Kurdî.

Di vê çarçûvê de, Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girîngiyeke mezin dide perwerdehiyê di hemû astan de. Kualîtiya perwerdehiyê, stûnên bingehînin di  her sê Zaningehên Rêvebiriya Xweser de  (Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Rojhilat li Reqayê). Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê (ku di sala 2016an de hate vekirin) heta niha du dewre qedandiye.

Her weha, hebûna hejmareke mezin ji xwendekaran di Zanîngehên Xwerêveberiyê de,  û sal bi sal zêdebûna hejmara Kolêjên zanîngehan yên cihêreng,  ku tê de beşên  pijîşkî, endazyarî bi hemû şaxên wê, çandinî, huner, zanistên civakî, perwerdehî, zanistên xwezayî, fîzîk, kîmya, matematîk, Kolêja Hunerên Bedew, Kolêjên Zanistên Olî (îslamî, xiristiyanî û êzdî) û beşên zimanên Kurdî û Erebî, zimanê Îngilîzî û Kolêja Petrokîmîyayê ku  programên wê wek heman pirogramên ku li Zanîngehên Sûrî û yên navneteweyî tên dayin. Ev yek rewşa zanistî, civakî û aborî ya ku navçên xweser gihaştiyê nîşan dide. Weberhênana di warê pêşdebirina zanînê de li Rojavayê Kurdistanê tê kirin, di çarçûva bi hêzkirina aboriyê û pisporiya zanistî de tê kirin, ji ber ku hêza gelan bi zanistiya neviyên wan û zanyariyên ku pêşkêşî mirovahiyê dikin tê pîvandin.

Lê hêjayê gotinê ye ku li Zanîngeha Rojava beşên lîsansa bilind û masterê jî hene û em hêvîdarin ku di salên pêş de dê bawernameyên doktorayê jî bên vekirin.

Xelat: Di pirtûka te ya yekemîn ku bi navê Domozî-Tawisê Melek (Lêkolînek li ser kokên ola kevnar a Kurdî),  di derbarê dîroka Kurdî ya nivîskî de, çi raman û zanên nû û cihêreng hene ji pirtûkên din?

Dr. Murşid: Girîngiya pirtûka navborî ji wê yekê tê ku ji aliyê pisporekî dîrokî, arkeolojî û dîroka olan ve hatiye nivîsîn. Ji ber ku ez bi zimanê Kurdî dizanim, ku zimanê ola Kurdên Êzdî ye, ez  rê û rêbazên vî olê  kevnar û nivîsarên wî yên pîroz dizanim. Min hewl da ku li ser kok û berdewamên wî lêkolîn bikim da ku bigihêjim rastiyên rasterast. Piştî lêkolîn û lêgerînên gelek salan, min pêwîstî dît ku li çavkaniyên bingehîn di muzexaneyên cîhanê de jî bigerim ku gelek xezîneyên arkeolojîk ên taybet yên Kurdistanê û herêma Mezopotamyayê berhevdikin. Wek Mûzexaneya Louvrê li Parîsê, Mûzexaneya Vatîkan, Mûzexaneyên Roma, London, Esîna û mûzexaneyên Bexda, Şam û Helebê li Sûriyê...hwd.

Tevayî dewlemendiya wan mûzexaneyan, min xwe dît wek ew kesê ku di nav bênderekê de li derziyê digere. Dema min pirtûka “ Temûz, baweriya nemirî û vejînê di hunera Rojhilata kevn de” xwend,  ku ji hêla arkeologê Alman ê navdar Anton Mortcart ve hatiye nivîsandin û  ji werger û amadekariya Dr.  Tewfîq Sulyeman, sala 1985 an, ji weşanên weşanxana Al Mecid ji bo Weşan û Çapkirinê li Şamê hatiye derketin, min  gava yekem avêt di riya rast de , ji bo nasîna ola Kurdî ya Êzdî.  Bi durustî min naskir ku Domozî, xwedawendê  Someriyan heman xwedawendê  Êzdiyan, Tawisê Melek e. Û baweriya xwedawend Domozî ya di vejîn û nemiriyê de, heman baweriya ola Êzdî ye. Ev rastî bi gelek delîlên arkeolojîk û dîrokî yên bêguman hatiye çespandin ku Kurdên îro xizmên Someriyanin, nemaze têkiliya zimanê Kurdî û Somerî û yekbûna wan di awayê damizrandina peyv û rêzimanî de.  Ji ber ku ew du zimanên hevgirtî ne û peyv di wan de ji likandina çend peyvan  pêk tê,  da ku gotineke nû avabikin. Wek nimûne, eger em gotina “dar”,  ku tê wateya darê ango dar bigrin dest, û em gotina “best” ku tê wateya girêdanê lê zêde bikin, wê demê wateya gotinê tê guhertin û dibe “darbest” ku navê wî amûrî ye ku pê mirîyan hildigrin dibin goristanê, an go nexweşan pê vediguhêzên. Hûn dikarin ji bo hûrguliyên zêdetir  serî li pirtûkê bidin).

Ez bi dilnizmî dikarim bibêjim ku ez bi xwe xwediyê teoriya “Somerî, bav û kalên Kurdanin”.

 

Xelat: Tevayî kûrbûna te di kokên dîrokê û nehîniyên wî yên veşartî de, te hewl nedaye romanên dîrokî binivîsîne, û romanên te yên çapbûyî û yên li ber çapê jê hemû nûjen û serdemî ne. Ji me re behsa serpêhatiya xwe ya di warê romanê de bike?

Dr. Murşid: Berê min çend romanên dîrokî yên Circî Zêdan û çendên din jî xwendibûn, û min ji romana Emîn Me,ilûf ya li ser Sultan Selahedîn jî hez kir. Lê min dît ku romana dîrokî têgeheke ne zelal e û ti têkiliya wê bi vegotina bûyerên dîrokî re tune ye, dîrok û rastiyên dîrokî venabêje û bi piranî bûyerên xeyalî ne.

Di dawiyê de hêmana bingehîn di nivîsandina romanê de xeyal e, û roman ne berhemekî melez e (hybrid- Inglîzî), û sedsala bîstan bû sedsala romanê.

Ji bo min, roman çavkaniyeke giringe ji bo têgihîştina mirovatiyê di aliyên wê yên cihêreng de,  û roleke zindî dibîne di damezirandina hişmendiya çandî û têgihîştina me ji cîhana ku em tê de dijîn.  Ji ber vê sedemê min romana siyasî nivîsand. Romana min ya yekem ya bi navê Sozdar ku ew bi xwe jî lehenga romanê ye, di wê romanê de min çavdêriya geşedana tevgera siyasî ya Kurdî li beşekî girîng ji her çar beşên Kurdistanê kir û bêyî ku dem û cih diyar bikim, min hin serkeftin û têkçûnên wî beşî ronî kirine.

Ez di wê baweriyê de me ku têkiliya romanê û siyasetê xwezayî û mentiqî ye, ji ber ku her du alî jî ji gelek aliyan ve girîngiyê didin jiyana mirovan. Romana siyasî bi ramanên siyasî ve mijûl dibe, lê bêyî ku taybetmendiyên wê ên hunerî piştguh bike. Rola wê zelalkirina xeletî û metirsiyan e û ev dikare bibe sedema guhertin û rastkirina ramanan. Min bi riya romana Sozdar hewl daye,  rexne û dîtina xwe ya siyasî pêşkêş bikim.

Bi her awayî, siyaset êdî di romanên hevdem de bûye cihê rewşenbîriyê, mijarên wê çiqasî cihêreng bin jî.

 

Xelat: Di warê zimanvanî de, tu çawa hemwariyê di navbera nivîsandina lêkolînên dîrokî û romanê de dikî, wekî hêmanek wêjeyî ya xeyalî?

Dr. Murşid: Ez dixwazim bibêjim ku ez romanên siyasî wek hobîyekê dinivîsim û ji bo ku ez ramanên xwe bînim ziman, ne zêde û ne kêm.

Lê di bingehê xwe de têkiliyek di navbera roman û dîrokê de heye. Ew her du jî girêdayî du regezanin ku ji hev ne dûrin. Rast e roman li ser mijarên xeyalî, belê dîrok li ser mijarên realîst dixebite, lê her du jî zimanê vegotinê bikartînin û gelek warên hevbeş di navbera wan de hene. Dîrok çîrokeke li ser demên bûrî ye, roman jî rengekî çîrok û vegotinê  ye. Di navbera roman û dîrokê de têkiliyeke demê û wênakirinê bi bûyeran re heye û ev hemû bi mirov û pêşketina wî ya şaristanî ve girêdayî ne.

 

Xelat: Li welatên pêşketî mirov pêş ku bigihên heftê salî ya xwe, ji bo xanenişîniyê têne şandin. Lê belê tu di vî temenî de jî hîna dixebitî û di lûtkeya berhemdayînê de yî. Planên te yên pêşerojê çi ne?

Dr. Murşid: Bi rastî ez ne di xema hejmarên salan de me, ne jî di xema qermîçokên ji ber demê de me. Dem, ji bo min, komek hest û nest û riakisyonin,  ku laş berbi asta esmanê giyan bilind dikin. Dema ku giyan bi jiyan, hezkirina mirovan, hestkirin bi êşa mirovan û êşa bindestan tije dibe, wê demê ez temen û rojên wî ji bîr dikim.

Dixwazim bêjim: ti projeyên min ên pêşerojê yên girêdayî jiyana min û malbata min ya biçûk nînin. Lê îro ez li Zanîngeha Rojava ku zanîngeheke ciwan e û pêwîstî bi baldarî yê heye, dersan didim. Xema min ya yekemîn û ya dawîn ew e ku ez zanîn û serpêhatiyên xwe yên di warê arkeolojî, dîroka Kurdî û dîroka giştî de ji xwendekarên xwe re veguhêzim. Ez kurteya ezmûna xwe ya dirêj di jiyanê de radigihînim wan, û dema min heye ku ez berdewam li ser her tiştê ku bi rewşa Kurdî re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkldariyê dike binivîsim. Di vê çarçûveyê de ez wek lêkolîner li Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk kar dikim ku navendeke geş û girîng e ji bo lêkolînên kurdî.

 ***********

Ji pirtûkên Dr. Murşid yên çapkirî:

  1- Domozî Tawisê Melek (Lêkolîn li ser kokên ola kevnar ya Kurdî) bi zimanê Erebî, 1990.

-Çapa yekem li Sûriyê hatiye çapkirin û çapa duyemîn jî di sala 2013an de ji aliyê Çapxane û Weşanxaneya Serdem – Silêmanî – Herêma Kurdistanê ve hatiye çapkirin.

2- Domozî, Tawisê Melek (Lêkolîna li ser kokên ola kevnar ya Kurdî) bi zaravayê soranî. Wergera ji Erebî ji aliyê wergêr Newzad Muhendis ve - li Silêmaniyê - Herêma Kurdistanê  sala 2011 derket.

3- Kurdistan li ber Sekoya Azadiyê. Lêkolîn. Di sala 1995an de derketiye - Sûriyê.

4- Sozdar. Roman. Di sala 1997 de derketiye - Sûriye.

Pirtûkên wî yên ji bo çapê amade ne:

1-Siltanê Kurd Selahedînê Eyûbî û Çanda Toleransê di Aştî û Şer de. Lêkolîn.

2-Amargî. Roman.

XELAT