Aslîka Qadir û pirtûka xwe (Welatê Me Kurdistane) li Stokholmê bûn

 Aslîka Qadir û pirtûka xwe (Welatê Me Kurdistane) li Stokholmê bûn

Roja 21 oktoberê hunermenda Kurd ya navdar Aslîka Qadir pirtûka xwe ya bi navnîşana (Welatê me Kurdistane- Jiyan û bîranîn) li Pirtûkxana Kurdî li Stokholmê danasîn û imze kir.

Çalakî bi hevkariya Pirtûkxana Kurdî, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Swêd û Radyoya Aştî û bi amadebûna hejmarek berçav ji kurdên Swêdê hat lidarxistin.

Pirtûka Aslîka Qadir (Welatê me Kurdistane - Jiyan û bîranîn) di sala 2023 ji weşanxana Avêsta  li Stenbolê hatiye weşandin. Ji 416 rûpelan pêktê û bi herdû zimanên Kurdî û Tirkî hatiye nivîsîn.

Derbarî çalakiyê de, cîgira serokê Pirtûkxana Kurdî birêz Şermîn Bozarslan weha got: Atmosfêra çalakiyê gelek germ, hestyar û bi nostaljî bû. Eslîaka Qadir pirtûka xwe danasîn û imzekir, her weha behsa serpêhatiyên xwe yê dema gêncî û destpêka stranbêjiya xwe û karê xwe li radyoya Yêrîvanê kir.

Her weha çawa wek jineke kurd karî xwe pêş bixe sererayî hemî zor û zehmetî û berbestên civaka kurd li Sovyeta berê.

Di pêşgotina pirtûkê de Aslîka weha dibêje: “Dibêjin, yekem derman û derfetê jiyanê ew e, wekî nehêlî bîranîn ruhê te bikujin. Dibêjin, dem her tiştî tedawî dike, raste ez bawar dikim, lê belê bîranîn wek barekî giran ser pişta te ne, ji kîjanî tu nikarî rizgar bibî. Tu wî barî nabînî, lê bêy xwestek û razîbûna te, kû da herî ew bi tere ne, bi te ve dizeliqe, te bernade heta ku te ji hal bêxîne. Ka bêjin, kerema xwe, çi bikim, gelo gunehkar im, wekî zekîra min heye?”

 

Weşanxana Avêsta jî derbarî danasîna pirtûkê de weha dinivîse: ”Aslîka Qadir di vê berhemê de boxçika jiyana xwe vedike, bîranînên xwe radixe ber çavan. Hunermenda kurd ku bêhtir bi strana “Welatê Me Kurdistan e” tê naskirin, ji Elegezê, rojên zarokatiyê yên li gund destpê dike, piştre jiyana bajêr a xwendinê, radyoya Yêrîvanê, cemaeta entelektuel a kurd, pêwendiya Kurd û Ermenan, jin û mêr, gund û bajar, dema Sovyet û piştî Sovyetê, wergêriya xwe ya li Afganistanê,

dubendiyên xistine nav civaka kurd û di gelek mijarên din de ta bi derziyê ve dike, bê sansûr wan bilêv dike. Ev kitêb wek romanekê ye ku lehengên wê gelek sîmayên me yên tarîxî ne û bi rûyekî pir taybet xwe didine der”.

Her weha Têmûrê Xelîl jî derbarî vê pirtûkê de weha Dibêje:

“Aslîka Qadir bi vê berhemê xwe zêdetir nas kir… Heta niha xwendevanan Aslîka Qadir wek dengbêja radyoya Rewanê (Yêrîvanê) nas dikirin. Kerem bikin, vê carê Aslîka Qadir a nivîskar nas bikin. Ji berhemê wisa xuya dibe, ku haya Aslîk xanimê niha jî jê tune, ku ew nivîskar e û hela nivîskareke serketî ye jî.”

 

Hêjayê gotinê ye ku Aslîka Qadir navê pirtûka xwe li ser Strana xwe ya navdar û hezkirî di nav tevayî kurdan de (Welatê me Kurdistane) kiriye. Gotinên stranê jî evin:

 

Welatê me Kurdîstan e

Cî meskenê me Kurda ne

Welat me re rih û can e

Millet hemû bira ne

 

Cî meskenê me Kurda ne

Temam bax e û bustan e

Welat gul e gulîstan e

Millet hemû bira ne

 

Welatê me pir şîrîn e

Temam mêrg in û zevî ne

Qîz xortê wê tev cindî ne

Eslê xwe da Arî ne

 

Kurdistana me zeynet e

Cimaeta wê pir hurmet e

Temam qedr e û qîymet e

Welat ê me  cinet e

Amadekar: Dilşa Yûsûf-Swêd

XELAT