Jivanê Kewê – Dastan di Wêjeya Kurdî de
Dîroknasê Kurd (Şekir Xidir) diyar kir ku, ew rûdan û bûyerên ku li devera Şengalê çêbûne hemû dastanin, ew êş û ferman û karesatên bi serê kurdan li Şengalê hatine di serdema kevin de û heta îro hemû weku dastanin.
Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin, li ser babetê (Dastan di Wêjeya Kurdî de) ye bi mêvandariya lêkoler û dîroknas (Şekir Xidir) ye.
Mamosta (Şekir Xidir) di derbarê dastan di wêjeya kurdî de avixî û got: Dastan jî weke çîrokeke dirêje ku dastanên mêrxasiyê û qehremantiyê li xwe digre her weha hin ji wan ên şeran in û hinek jî yên eşqê û evîniyê ne.
Diyar jî kir ku, cudahiya dastanê ji çîrokê ewe ku qehremanê dastanan xwedawendin lê yên çîrokan mirovin. Girêdana dastanê û wêjeyê jî bi hevre heye ku destan beşeke ji wêjeyê ye.
Ji bo dîtina tevahiya bernamê vê lînkê bitikîne….
XELAT