Hozan Efrînî kongireya Yekîtî û posta Şêx Alî pîroz kir

Hozan Efrînî kongireya Yekîtî û posta Şêx Alî pîroz kir

Piştî bidawîbûna kongireya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriye (El-Wehdê) li bajarê Qamîşloyê, rojnamevanê kurd sernivîsarê Govara Xelatê (Hozan Efrînî) bi sekerterê Yekîtî (Mihyedîn Şêx Alî) re civiya û germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî rêzdar (Mihyedîn Şêx Alî) û partiya Yekîtî (El-Wehdê) kir û evê li xwerê naveroka wê peyamê ye:

Pîrozname

Rêzdaran sekretêr û endamên lîjneya navendî û ramyarî û delege û endamên kongireya heştemîn a Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriye.

Bi boneya lidarxistin û bidawîhatina serkeftî a kongreya we ya heştemîn, li paytexta Rojavayê Kurdistan Qamîşloyê, em germtirîn pîrozbahiyan li we dikin û hêviya serkeftin û serfiraziyê ji kar û xebata we re dixwezin.

Wek tê zanîn ku partiya we yek ji wan partiyên kurdî ku ti carî xwe neda aliyan û xwe ji erkên netewî û nîştimanî jî bê beş nekir, herdem pêşeng û xwedî erk û helwest bû.

Partiya Yekîtî li sertanserî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê xwedî rêxistin û cemewer û gelek bi bandor e.

Di nava rewşenbîr û ronakbîran de xwedî navûbang û bi role û tê pejirandin û xwedî nasnameyeke bi rêzegitî ye.

Partiya herî bê alî û xwe dûrxistin ji kêşe û aloziyên nav partî û aliyên ramyarî kurdî li Rojavayê Kurdistanê bûye cihê rêz û spasiya piraniya xelkên me yên kurd.

Her weha herdem hewildanên ku bibe xwediyê destpêşxeriya aştî û aramî û lihevhatin û yekrêziyê de ye.

Wek me ji nêzîk ve dişopand û bi serkirde û alîgirên di peywendiyan de ne, partiya Yekîtî wek navê xwe ye ku di hemû kar û xebatên xwe de, xwedî yekrêzî û yekîtiya gelê kurd e.

Her weha Serkeftina Kongireya we ya heştemîn ji dil pîroz dikim.

Di heman demê de jî, Jinûve dibare hilbijartina rêzdar mamoste (Miyedîn Şêx Alî) wek sekreterê partiyê jî pîroz be, kesayetiyekî erkdar û xwedî helweste û biryara kongireya we di cihê xwe de ye.

Em bi hêvîne kongireya yekrêziya aliyên kurdî a Qamîşloyê ji bo me giştikan bibe sembol û destur.

Careke din em kongreya we ya heştemîn pîroz dikin û hêviya serkeftinê ji we re dixwezin.

Rojnamevan: Hozan Efrînî

Serivîserê Govara Xelata Kurmanca

Endamê Kara ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan

Endamê Federesyona Rojnamevanên Navnetewî

20/7/2025