Jivanê Kewê- Ezmûna Dublajê li Kurdistanê

Jivanê Kewê- Ezmûna Dublajê li Kurdistanê

Mamosta (Enwer Badî) berhemhênerê hunerê aşkira kir ku, yekem car doblaj li welatê Fransayê hetiye kirin di sala 1928`an û şûnda ku destpêkê ew filmên li Holywodê dihatine çêkirin.

Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin li ser babetê Ezmûna Dublajê li Kurdistanê bûye di gel mamosta (Enwer Badî)  .

Di wê derbarê de berhemhênerê hunerî mamosta (Enwer Badî) ragihand, peyva "doblaj" bi xwe Fransiye ku wateya wê mirov zimanekî vegerîne ser zimanekî dîtir û bi dengekî cudatir were gotinê. Piştre ew peyv bû peyveke cîhanî ku di hemû zimanan de tê bikaranîn.

Diyar jî kir ku, di salên 1940`an û şûnve doblaj li welatê Cezayîrê hate destpê kirin ku wê demî di bin kolonyaliya Fransayê de bûye, ku tenê ji Inglizî bo Fransî dihate doblaj kirin. Piştre jî li welatên din yên erebî jî belav bibû ku destpêkê filmên karton dihatin doblaj kirin.

Ji bo dîtina tevahiya bernamê vê lînkê bitikîne….

 

 XELAT