Dîtinek e felsefî li ser girtinheviyê

 Dîtinek e felsefî li ser girtinheviyê

Nivîskar: Rêber Hebûn

  

Dijmin û bêgunehan hevdû dibînin ji bo bi hevdû re bibin alîkar ligel cenga wana dijî hevdû, ta başiya mirov di xwe de bê bicîkirin, ji ber ku ewa di artêşê de tenê fermanberek e, nakokiyek e dijwar dijî , di navbera ku bibe ewê hatî ta erkê xwe li gor ferman û xwestinê pêkbîne û di navbera ku ew mirovê yê  li hember wê erkê bi duristî radiweste piştî  şiyarbûnekê, tê wateyê ku mirovahî di cengexwînî û sekretê de ye ji ber wan şerên vala yên tenê wêraniya giştî ji hemî aliyan re tîne.

Û hebûn gemiyek e, û wêranî parekî jê ye,  û eger çiqasî jî gengaz be, wateya wê tunekirina kesên yên li ser piştê ne, û  serkeftin ji mirov re di naveroka xwe de çandek e pile bilind e, û bi rêya bermaya şaristaniya  hişmendî ve berz dibe ,a ku zanyar ji kevin de mizgîniya wê dabûn, û karibûn bi rêya piştpêbestinê li ser dan û standina ramanî, û vekirina pêywendiyên evînê bi rêya bingehên wê yên qayim  ve biparêzin , ligel kiryarên desthilatê a ku bi ceng û malgirtina qezencî ve naskirî ye, ji ber  girêdana peywendiyên ramanî bingeha xwe ji zanistên mirovî digre, û  van xalên tên nîşan dide :

- Dîtina berdêlên rasteqîn e ji dîmenên girtinheviya bîrdozî ve ên ketibûn e di gotara netewî û ragehî de, bi diyarkirina nirxên jiyana kirdeyî ve û  gera ji başiya mirov û xuristiya niyazên wê yên yekem dema berz dibe, ji ber ku nivîsa zanînî li ser xuyakirina banga giyanî a bedewî  piştpêbest bû, ji derveyî berketinên mirovê zanyar ji dawîkirina bobelayên yên bi destê mirov hatibûn e kirin.

-Di nav xwe de  jî kanînên kirdeyî ji mirov re danasîn dike,  bi rûbirûbûna kelemên yên bûn e navber di navbera henas û baweriyên  xuristî de, û bê guman dan û standina mirovî ji hevgarî re û hemdilî pê re.

Ewa çalakiyek e rasteqîn û wijdanî ye ji kargêrîkirina piştrastiya ne diyar re ,di dema cengê û hevxistina dirindî de.

- Piştpêbestbûna li ser danasîna başiya kirdeya mirovî a ku ji giyanê sirûştê ve dertê û mirovê hewildar  vê yekê diyar kiribû ji bo girêdana peywendiyên xuristî ve di navbera wî û qurbanî de ,bi rêya berzkirina dîmenên vê hemdiliyê , tiştê  me hîşt ku em palnerên yên li paş pêvajoya çêkirina xêrê de sekinîne şîrove bikin, û ewa pêkanîna bedewbûna heyî di hundirê mirovê xuristî de.

- Hewildana li pey çalakiya xuristiya xêrê li cem mirov de û serxistina wê li ser palnerên xwestinê û serdestbûnê ye ,a ku tê anîberkirin ji bo nemankirina hatinên gelan û malgirtina wan, û serkeftinê bi qasî tê pêkanîn ji nirxê aştiya durist re.

- Diyarkirina rastiya aştîbûna xuristî a  di henaseyên komên bazdayî  de ji zordariyê cîgir bûye, û jinê tevina xwe ya sereke ye û  ya bi her wêraniyê ve ku  li ser asta pîvanên sincî  de binpêbûyî ye li cengan de bandor dibe, û herwiha afirandina çareyên a pêdiviya xwe bi kirinê ve heye, ji bo rizgarkirina civakan ji binveçûna rêxistina qezencî ve, û peyketina wê  ji  sûdan  re li ser hesabê wêraniyê bi hemî astên xwe ve.

Kambaxên ne dûr bi ser komên belengaz ve, ewan mîna êşa herî diyar e, û xwe di rûbirûbûna wê de bi tiştê herî cem wan ve heyî dixîne , lê tiştê herî  bi êş e ewa hişmendiya rêveberkarên ên xwe li ser sîngên wana de danîbûn e, û li ser nan û pêdiviyên wana de xwe dernexûn kirin e, dewsa ku bi wan re bisekinin, û ev tişt me dihêle  ku em  zorenga qatên civakî û tevderbasbûnên  wana  de di navberê hevdû de  şîrove bikin, ên bi xwe re parçebûna aborî , civakî  û girtinheviyê anîbûn . 

Ji deriya felsefeya siyasî a marksî a hewildabû bi awayê xwe ve kêşeyên ên bi civakan ve  ketibû ji kevin ve derman bike,ji ber ku dugel destikên dijminatiyê ne ji jiyan û karên wana re, û Karil Marks 1 û Frîdêrk Encliz 2 li ser  belavbûna cîhanî ji vê têgehê ve aşkere kirin, û pir caran anîbûn ziman dema axaftina wana  li ser vê mijarê girs de, dema gîhabûn e encamekê ku zorenga  dijwar: ewa xwegêra guhertinên civakî ye û dîroka nûjen e. 

Berzkirina rastiya vê girtinheviya sawdar di navbera xwediyên hêzê de û tofên barketî, ên derdê xizanî û zehemtiya jiyanê dikşînin, û dûrbûna qatî dide nîşan li ser rastiya ku dugela milhurî a heyî ewa yê ku sînoran di navbera qatan de xurt dike, û belkî ew lîska li ser têla xapandina aşkerebûyî bi civakên barketî ve dihêle pîvan û nirxên sincî  li hundirê civakan de  bi awayekî giştî bihejin, ji ber vê yekê em desthilatê dibînin ku kiryarên xwe yên neyînî di nav tofên civakê de belav û weşan dikin, hinek ji wan bûne girêdayî bi ên din, û van girêdayî bi erkekî kirêtir radibin.

 ji ber ewan talankirin û diziyê dikin yaseyek e berdewam, û ev xirabtir û pîstirîn  kar e di dîrokê civakan de, ligel xizaniyê bi encamên wê yên barketî li jiyana civakan de.

Tiştê wan dihêle ku di rewşek e metirsîdar û koçberiyek e tam de bin, ji yasaya gerentor a ku mafên wan e xuristî parastibû.

Gel ew berpirsyar e li ser gendelîbûna rêveberên xwe, û bêdengiya cemawer hîştibû  bibe mîna keriyê  ku bi a şivanên xwe dike, ew desthilat yê li dûr wê dîmenên xal û xwarzê dizîvirînin, tiştê ku dihêle  tofên mayî azariyê bikşînin, bi belavbûna bertîl û pûrekirinê û  bajar dibe jî wek parastgehek e mafiyawî, kesên yên bi karê xapandin û talankirinê  radibin  wê bi rêve dibin, û bêguman ku ji aliyekî din ve bi çalakiyên mêrkujiyê din radibin mîna bazirganiyê bi hişbirê û şuştina pereyan û kerxanetiyê,windabûna maf û ked li nav wan saziyên vemirî de ji çi liv ,tevger , şiyarbûn û geşepêdanê ve , ji ber ku desthilatê hemî bijardeyên xwe  bi hezkirina pêrewî û pesindîtiyê kedî kiribû, û hîştibû bi rêya mêrên ol ku pabendî wê bin bi awayekî kor,  dema bû pabendbûna ji rêveberan re parekî ji pabendbûna   ji xwedê re ye, û wisa sergeha pêrewiya tam di navbera cemawer û desthilatên wê de pêkhatibûn, ji ber vê yekê civak gunehên zora ku bi ser tê sepandin hildigre, ji ber ku  nikare derdên xwe fêm bike.

Ji ber wênegirtina stûxwariya berzbûyî bi xwe dergehek e ji dîtinek e rexnî re naye rawestandin, û armanca nivîsa rastîn ewa ajotina mêjî ye li ser serkêşî û xwe çekirina li pêş e,  û binavbûna henas di kêmaniyên xwe de bi taybet dema ketibe di nav siyasetê û reweştên wê de, tiştekî hizr bi temamî  dadigre, nexwaz dema ew henasa berketî jiyana xuristî be, bê xwar û marbûna takesî ji nirxê jiyana zelal re, ji ber ewa bêhtir rastî êşê tê, yê   nifş berve qunaxên cuda di nav xwe de vediguhêzîne.

Gêrgeha zanîna Emerîkî 1 navkokiyê danasîn dike ku ewa :( rewşek e ji ne rehetiyê ye an fişara deronî ye bi encamê dijayetîkirinê  ye,an ne lihevkirinê ye, di navbera du xwestekan ,an du geregî an bêhtir ji meraqên takekes e an pêdiviyên xwe ne.)

lê ew li vir bi wateyê desthilatî ve girtinhevî û tîjandinê diyar dike, dema ku navkokî di navbera herdû aliyên pirsgirêkê de çêdibe, a têr û a birçî, nîşanek e qatî dûr berz dike, ji ber tunebûna lihevkirinê û hevsengiyê di jiyanê tofan de û parçebûnên wana li ser malgirtina nên ,ewa gîhandibû li rastiya vê girtinheviya bive de , û axaftin li ser pêşbirkê ji bo xelat û şanan  ve ew jî diyar e,

 dema navkokî dûriyên din diyar bike , pir meraqan aşkere dike li dor hevdû de dizîvirin, li deryaya têkoşîna cemawerî de û hin din armanca wana sûdegirtina helwestan in û bal kişandin e li ser kiryar û encamên wê ne di wateya siyasî a giştî de, ji ber ku takes û kom her diçin ji bo vê nakokiyê wek ragehekî cîgir bikin , û enyî pir in , hinek ji wana di rûbirûbûna derve ne, û hinek jî di hundirê partiya gelemperî de bi xwe de ne , ji bilî gefên derveyî, û dibe jî ku herdû riwên cuda ji zorenga hundirî  û derveyî ve bi awayên dijwar û ciyawaz tevderbasbûyî bin .

 Bi heman demê zoreng bi dawî ve di navbera du aliyan de cîgir dibe, bi hêz û bonga xwe abon e dibin, ji bo vê girtinheviyê berdewam bikin, û bi giştî zorengên qatan di warê siyasî, êlî û olî  ve aşkere dikin.

Û ne lihevbûn ewa a ku berz dibe li her meydanê de, û di ferhengê pirtûka cîhanî de zoreng tê danasîn wek ku ( şerekî an pevçûnekî ye an têkoşîn û xebatekî ye, bi taybet  dema ew zoreng dirêj û berfereh be.)

Warhîştin berve evîn û wijdaniyan bi giştî ve ,ewa wek lêkolîn e ji piştrastiya windayî re li felekekê girtinheviyan bê wate rabêj dike, û dibe ku zorengê bê berhelistî bîne holê, tiştê ku ji mirov re meraqek î berdewam çêdike, ku ji vê zorengê derbikeve, û li wateyek e din ji derveyî vê giroveriya dijawer bigere , û pêgirtina bi evînê ewa penageya dawî ye, a ku dikare mirov bikarbîne ji bo xwe ji sêwira hestbûna ji tehlî û tunebûna hêviyê ve biparêze.

XELAT