Tîma Şaredariya Amedê li hemberî Îlbankê biserket

Tîma Şaredariya Amedê li hemberî Îlbankê biserket

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Amedê bi 3-0 li hemberî Klûba Werzişê ya Îlbankê biserket..

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê de di Koma B ya Lîga 1’emîn a Jinan de têdikoşe, di maça yekem a nîvê duyem ê lîgê de bi Klûba Werzişê ya Îlbankê re hat pêşberî hev.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di dema maçê de performanseke serkeftî nîşan da, bi setên 3-0 li hemberî reqîbê xwe bi ser ket û nîvê duyem ê lîgê bi serkeftinê dest pê kir.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ku di dema maçê de piştgirî da tîmê, piştî pêşbirkê werzişvan û ekîba teknîkî pîroz kir û daxwaza berdewamiya serkeftinên wan kir.

Xelat