Pir têye bîra min
Helbest: Mihemed Xelîl bavê Teymûr
Çawîr û çîman
Li ser çiya mij û dûman
Li newala xuşxùşa çeman
Pir têye bîra min
Têye bîra min , tu kesera dilî
Welatdûrbûn tïştekî zore
Derd û kulên wê pirtirin ji hevdên pore
Ê ku nedîtî dibêje eva çi şore
Pir têye bîra min , tu kesera dilî
Têye bîra min welatê şêrîn
Li wê hemberê bajarê êfrîn
Gelo me çira berda , me çira berda welatê rengîn
Pir têye bîra min
Tu kesera dilî
XELAT