Ez keça Ezda me

Ez keça Ezda me

Helbestvan: Karîna Osêyan

 

Ez keça Ezda me delal û bi hestî

Bi nav û dengî, lê hêj bindestî

Bi hesreta welat jiyan bê aştî

Li xerîbiyê şa nabim ez bi serbestî.

Tîrek êşê li dilê min da xistî

Ji wê çaxê de dil ma şikestî

Ranebe li ser min zilm û serdestî

Tu kes tune derxe, ji nav van destî.

Êrîş kirin li ser min bi çekên giran,

Çermê min perçe kirin hov û guran

Loma min pênûs hilda wî destî

Li ser lênûsê derdê xwe got rastî

Li kolanên xerîb, dimeşim, dinalim

Lê nagihîjim tu armancî, dûre destî

Min bi çavê şil û bi dilê şikestî

Berê xwe da û ji Xwedê xwe xwestî

Ez keça Ezda me delal û bi hestî,

Bi nav û dengî, lê hêj bindestî

Ji bêr vê yekê dilê min xwestî

Şûr û mertal bidim wî destî...

 

23/11/24 Fransa

 

XELAT