Bibûma delaliya te

Bibûma delaliya te

Helbest: Xaylaza Reşîd

 

Bibûma delaliya te.

Bîra kenê te dikim,

Bîra destê te dikim,

Şevê gazî te dikim,

De ka bêje çi bikim?.

Dikim gazî û hewar

Dil û hinav tînim xar,

Hêsir bûne ava sar,

Gilol dibin wek karbar.

Sêwîme ez dinalim

Nizanî ça bê halim,

Ker û lal ez ditelim,

Nizanim ku da herim.

Min zanibya warê te,

Bihatama ez bal te,

Bibûma mêvana te,

Bibûma delaliya te.

 

25.06.2024

 

XELAT