Ez û wê?

Ez û wê?

Helbest: Hasan Kordede

Çiqas lûlbûm der bi derbûm ez gerîyam

Wek te nedîn kor û poşman vegerîyam

Xulî sero tu çidgerî li dûrî yê

Were virda binere li vê horî yê

Koçber kirim wê vîna te ey Cana min

Kengî werî mazûvan bim mîvana min

Hey lo kuro hiş wendawo mi nabînî

Tu wek sofî yê d'tekyê da pir dixwînî

Keçê bi eşqa dil ketim rêk min berda

Wek pîrpirê zeradeştî çûm bi serda

Kuro bihuşt ger dixazî were ezim

Hem vînim hem kînim bo vîndar qerezim

23/05/2024-Serzorî

 

XELAT