HERDEMA EW HAT JI BANI
Helbestvan: Abdurrehîm Înanç
P./-// /-// /-// /-/
Herdema ew hat ji banî esmera alî cenab
Dil perîşan û heba bû naye gotin ew ezab
Hûriya baxê cinan bû mahitabek bêmisal
Wê demê da dil reva bû sîneya dil bû kebab
Qameta bala û yekta wê ji şerqê nû veda
Herkesê ew dî bi çavan wî di dil ket sed nîşab
Îşweyek da min hebîbê herwekî ava zelal
Ew ji bo sedrê şîfa bû nakevê cildê kitab
Dest di avêt bû di destim em birîn çerxa sema
Wê ji dil kul tev deranî tê nema yek îltihab
Ger ji destê wê şepalê şerbetek safî vexwim
Wê bibê derman ji derda naminê yek îzdirab
Ger bidê destê wîsalê em bibin axûş hema
Lew ku dunya wê bibê hember çevê min tev serab
Ez esîr im va di zindan bûne çend sal û meh im
Hindi erzûhal mi dabû qet nehat redda cewab
“ Behmurî “ ma bû mulazim dergehê fethê vebê
Ew bi dîdarê ku şa bê, dê bibê eynî sewab
03/01/2025 Cizîr
XELAT