ŞENGALA PÎROZ
Helbestvan: Suphîye Bulut
3ê Tebaxa 2014 an Daiş hatin, bi navê Ellah û Ekber,
Bi şûran firandin serên kurdên Êzidî, dîrok bi hezaran şahidê vê.
Xwîna pîroz rijîya, li ser axa Kurdistanê bi cihok,
Çiyayên Şengalê, kevir bi kevir qîrîn,
Bûn şahidên qetlîamê, xwîn li ser axê bi tîrîn.
Zarokên biçûk, bi lingên tazî, di nav tozê de,
Digiriyan, bê dayik, bê bav, di nav xofa reş de.
Jinên Êzîdî, rûmet di nav zincîran de hat girtin,
Dilên wan bi êş, bi zilmê Daiş ê hat qut kirin.
Kalên bi rîhên spî, çavên şil, destên qermiçî,
Malên pîroz bûn xwelî, di nav agirê dijmin de.
Daiş, bi şevên tarî, bi şûr û bi hovîtî,
Xwîna Êzîdîyan rijand, mîna çemekî kûr û dirêj.
Gund şewitîn, dengê nalînan bilind bû mîna qîr,
Ruhên bêxwedî, di nav êşê de, bûn mîna kevir.
Ey Şengal, axa pîroz, bi xwînê şil û birîndar,
Her kevirê te qîrîn dike, dibe sitar.
Êzîdî, di nav êşê de rawestiyan bi hêz,
Hêvî di dilê wan de, mîna roniyekî çira vêketî.
Ji Laleşê heta çiyayên mij, dengê berxwedanê,
Bilind dibe, mîna bayekî tûj, bi hêz û bi hêvîyê.
Ji bo her xwîna rijyayî, ji bo her jineke revandî,
Em ê Şengalê biparêzin, bi ruhê pîroz û zindî.
XELAT
