DELAVÊ EVÎNÊ
DELAVÊ EVÎNÊ
Agir û pêta evînê,
Awirên wê leb şirînê,
Kuştime roja civînê,
Ax û nalîn hey hewar.
Pir divêm carek bibînim,
Perde ya ser rû hilînim,
Serxweş û bê tîn bimînim,
Ax ji bejna wek çinar.
Ax û nalan ez di kêşim,
Jane, ez jê dil bi êşim.
Ger û çerxim renge êşim,
Pişt şikestî xûz û xwar.
Bûye çil sal ez div ê rê,
Bade ya wek zîv û zêrê.
Ketme benda saweşêrê,
Min ji destê wê vexwar.
Bade noşî min ji destan,
Xirqe û kostî vebestan.
Bûme wek serxoş û mestan,
Tîr li dil dan bê jimar.
Tîr li dil dan şoxûşengê,
Şêresawê xof pilingê.
Bend û dîlim ez di çenge,
Ketme ber pê mest û jar.
--------
7/148
Cegerxwîn
XELAT