SENEMA SİRŞİRÎN

SENEMA SİRŞİRÎN

Helbest: M. Emin Aslan

 

Şepal û nazenînek hate ji derda,

Heskek li zagûnê dilê min werda,

Min qîyamkir û rabûm ji berda,

Delalê navê te çîye awirek li min werda.

 

Bi awiran dil û mêlak kir birîn,

Got ezim ew Senema sirşirîn,

Evîndarê teme bi armanc û bi yeqîn,

Ji ber evînê herdu çavan kir girîn.

 

Min temaşekir li husna û bedewîya dilberê,

Ne pêkane wesifkim bi efsaneyên berê,

Gerden ji 'ace sûret weka sêva leterê,

Hilim hemî gulav e, dema ji lêvan derê.

 

Âcizim pesnê tedim bi peyvên evînê,

Helbestên eşqê matin, ji bo pesin dayînê,

Bi feryada Mecnun ji bo evîn dikim ahînê,

Di deryaya çavên te de dixazim mayînê.

 

Di deryaya çavên te de xeyalê min hene,

Lewra hest û raman ji bo te bendê ne,

Bilbil li gulzaran temaşavanê te ne,

Şêt û mest û serxoşê evîna gewre ne.

 

Çawa ji te dûrbim tu yî nebzê jîyan ê,

Li nava dil, te ez avêtim zîndan ê,

 Bi ar û pêtan ez kirim weka buryan ê,

Li dîwarê dil min navê te da kolan ê.

 

Ger dil biaxifya wê bigota navê te,

Ger çav biaxifya wê bigota resmê te,

Ger dest biaxifya wê dest bida destê te,

Ziman diaxife bê şek ezim evîndarê te.

23 11 2023

 

XELAT