HEYATA DUHU
Helbestvan: Siltana Memê
HEYATA DUHU
Ro diçû ava,
Hêdî, pêgava,
Tev bibûn rêber,
Şexsên Pêxember.
Şûn va bê veger,
Temî bê werger,
Kî bibe gîro,
Vê roja îro.
Heyata duhu,
Sewde ber guhu,
Digrî, dinale,
Dunya bê hale.
Sûretê nexte,
Zinê, bê bexte,
Hey lo, zalimo,
Dilo qalimo.
Qetîlin çûka,
Dir mîna kûçka,
Qirçîna ezman,
Wan rake ferman.
Heyf, xwelî ye erd,
Qebûl dike merd,
Qenca, xiraba,
Nake hesaba.
Wijdan lê vemir,
Şermê da nemir,
Derew û qesta,
Rastî hîşt besta.
De were, Mêrxas,
Erdêxe wekas,
Bîne roja xêr,
Biwelidin şêr.
21.09.2024s.
XELAT