ÇÎYAYÊ KURMANC
Helbest: Karîna Osêyan
Darê zeytûnê li sîngê te
Bûne hezar xal û xet
Em wa hatin hemêza te
Em te nadine kesî qet.
Şkeftên te mera bûn mal
Zinarên te mera mertal
Bibe ji mera tu cî û war
Em te bernadin qet tu car.
Hatin peranîyê gurê har
Li Kurdistanê bûye hewar
Em nadin darên zeytûnê
Heta hebe dilopek ji xûnê.
Çîyayê Qendîl heta Kurmanc
Milet rabûne dikin armanc
Ber xwe bide çîyayê Kurmanc
Emê li serê te daynin tac.
XELAT