Kurdek bi Hevkarê Bilind li Zanîngeha HARVARD tê destnîşan kirin
Dr. Berhem Salih wek Hevkarê Bilind li (Navenda Belfer) ya ji bo zanist û karûbarên navnetewî û bernameya rojhilata navîn li dibîstana kanadayî hate destnîşan kirin.
Navenda Belfer, ji bo zanist û karûbarên navnetewî li zanîngeha Harvard`ê bi daxuyaniyekê ragihandiye: "Dr. Berhem Salih, serkirdeyê diyar yê Kurdistana Êraqê û Serokê berê yê Komara Êraqê wek hevkarê bilind hatiye destnîşan kirin".
Navenda Belfer dibêje: "Dr. Berhem Salih bi ew ezmûna xwe ya berfereh di warê akademîk û siyasetê de heye, têgihêştinek xwe ya kûr û ezmûnekî dewlemend ji bo Navenda Belfer wê bîne û wê rola xwe di pêşvebirina zanyariyên têkildarî bi siyasetê û giringtirîn alingariyên ewlehiya navdewletî hebe".
Ji aliyê xwe ve jî Rêvebirê Navenda Belfer prof. Mêgan Osulîvan ragihand; "Dr. Berhem Salih serkirdeyekî xwedî afirêneriye û dîtinek wî ya wêrek û ne asayî heye di çendîn biwarên cuda de, her weha di rewşên dijwar û giran û metirsîdar re derbas bûye, ew bi van hemû ezmûnan û ew waneyên ku fêrbûye dê bîne navenda BELFER`ê".
XELAT
