Koka dîrokî ji wateya bêjeyên mîna Erebo, Ereb yên ji çanda Kurdî

Koka dîrokî ji wateya bêjeyên mîna Erebo, Ereb yên ji çanda Kurdî

Koka dîrokî ji wateya bêjeyên mîna Erebo, Ereb, Erebiya,Erebşe û Erbayê, yên ji çanda Kurdî .

Pêşgotin:

Ew bêje di çanda Kurdî de pir derbas dibin û ji hev tên daraştin. Navê kes ,malbat ,eşîr ,cih û gundan tên . Mixabin gelek ji me şaş tê dighêjin . Ji wan weye qey ew peyvin biyanî ne û ne Kurdî ne . Na hêjano!!!   .Ew peyv Kurdî  resen in û temenê wan di kurahiya dîroka me û mezobotamiyayê û Cîhanê de hezarên salan in û  kevin derbas dibin.

Ka ji kerema we em li ser wateya wan peyvan  di dîrokê de bixwînin ,bê çi ye û ji çi re tê gotin ?

-Ew bêje ji kê re tê gotin?

Ji hemû kesên ku li peyabaniyê dijiyan û ji çi netewê bane û ta li cem Kurdan jî ,ji wan re dihat gotin Erebo.

-Gelo ew bêjeên  Kurdî ji aliyê netewî ve bi birayên me yên Ereb ve girêdayî ne?

Lewra navê Ereb ne yanî netewa wan Ereb e. Dibe ku Kurd ,faris,aşûrî ... bin.

Wateya koka bêje çi ye?

Peyva Arab yan Arba  ji Ar û Ba  hatiy . Ew rengdêr û şêweya  germa bayê  li peyabaniyê ye.

Nerînek dîrokî dibêje ku ew peyva Arabo ya taybet bi xelkên peyabaniyê yên ku koçer dibûn , yanî koçî û veguhastin ji derekê ber bi dereke din ve diçûn ,li her kes û alavên  ku ji xeynî wan jî hate kirin û bûn Erebo ,lewra navê timbêlê û erebê biwe erebe . Ji ber ku ji derkê diçe dereke din.

Bêje di dîroka Kurdî de.

Îro li Bakurê Kurdistanê bajarokê Erbayê li devera Kerboranê  heye û wilo li wir û Kurdistanê  eşîra Erebiya jî heye û li Kurdistanê û derve bela biwe û malbatên bi navê  Erebo li Kurdistanê pir in û  belav in . Ew hemû jî  Kurd in.

Agahiyek  jî heye ( Birayê me Bavê Jiyan jî di rûpela xwe de esehî dike ). Ew agahî dibêje peyva Arabo peyveke Kurdên Mecûsî kevnar e . Yanî Agirê pêxistî yan Agirê nimiz. Dibêjin wan agir pêdixist ji bo rêwê wan bibînin û zaninbin ku kesin hene û werin mihvantiya wan(B

Navê Kerkûkê paytexta Kurdên Gotî Arabka bû.

Ta îro ,ji wê çanda Erebo ya Kurdî  gundek di Başûrê Kurdistanê de ye navê wî Ereb koya ye(Ji navê Kerkûkê yê Kevnar Erebka hatiye)  û li cem bajarê Kerkûkê ye .Lê li gor min ji rûpela M. Emer Sînan xwendiye û ji ragihandinê bihîstiye ku  gundiyên Ereb koyê  ,navê gundê xwe kirin Kobanê.

Ez li ser wê guhartinê vê dibêjim.Li gor nirxê min ji nerîna wan gundiyên me re û wilo ji navê Kobanê ya berxwedêr re . Ez vê dibêjim: Navê Ereb koyê jî Kurdiyeta resen e. Ti serê birayên me yên Ereb pê naêşe.

Navè Kerkûkê di dîroka Kurdî de ,dema ew paytexta bavkên me yêm Koyetì(Cûdî) bû ,Erebkayê bû .

Erebka di kurdî de veghêzkar e.

Navê Ereb koyê pir dîrokî û hêja ye. Xuya ye kes nebû nirxê vî navî ji wan re bêje ,ta wan camèran şaş têgihiştine û guhartine.

Dîroknasê Rosî di pirtûka xwe de ,ya bi navê MÎDIYA dibêje :Ekinciyên Mîdiya yên li peyabaniyê digotine wan Arabo.

Û wilo navê padîşahekî Kurdê Mîdî bi navê Erbiyan 675 - 653 jî hebû

Bêje li cem geline din.

Li cem  milet û şehristaniyan di dîroka mezobotamiyê û Ewrupa û dibe ku li Cîhanê tev de jî be ,peyva Ereb ji kes û komên ku ji dervì bajaran re dihate gotin.

Malpera Elqebes a Iliktronî ya bi Erebî dibêje :

Xelkên Mêzobotamiya digotine ekinciyên çolistanê xaka Erêbî û di dema Korşê mezin de ,di çerxê (6)an B.Z de dogotine çolistan û peyabaniyê Erbaya  û wilo digotine kesên wê yên ku tê de dihatin veguhastin jî Ereb.

Malpera Elmûseqif Elerebî, ya bi Erebî dibêje : Aşûriyan  navê Ereban li wan kir ,bi peyva Arbaya ,yanî pezvan, yan şivan . Ew li xelkên di peyabaniyê de dema ku pez xwey dikirin li wan kirin.

Ji xwe ew navê  Ereb nego yanî ntewa Ereb bûn. Dibe ku Faris ,Kurd û Aşûr û yan netewine din bane jî. Tenê ew navê kesê ji dervî bajaran di dewleta Aşûrî de dijiyan.

 Malpera Behzanî ya bi Erebî dibêje :

Pirtûka pîroz ,Torat di Sifra Aşe'ya de dibêje :Wateya peyva Ereb yanî Çolistanî û di Sifra Armiya de Ayet dibêje :Hemû padîşahên Ereb . Yanî padîşahên çolistanê . Ne yanî dewletên Ereb.

Yonaniyan digote çi kesên li çolistanê û peyabaniyê jiyan dikirin Ereb ,bêyî ku ziman ,kok û rêzkên wan yek jî bin.

Aşûriyan ,nexasim belgeya padîşah Şelmansir digotine kesê çolistanê Ereb ,bêyî ku nav ji netewa Ereb re be.

Babilyan digot kesên li çolistanê Erebiya .

Aramiyan li Iraq ê û Sûriyê digotine kesên ji dervî bajaran Ereb.

Toratê,Babilî,Aşûrî û çanda berya Misrmantiyê dema ku behsa bajaran dikirin ,navên şehristaniya wan bi nav dikirin ,lê dema ku behsa çi ekinciyên dervî bajaran dikirin, digotine wan Ereb.

Bo çi bêje ma girêdayî bi birayên me yên Ereb ve û ji aliyê netewî ve?

Ji ber  birayên me yên Ereb li peyabaniya Nîvgirava erebî bûn،  rahiştine  vî navê Ereb  û wilo E'erab (Arab) û ji wan re bû netew. Ev diyardeya ku navê Erebo , li  birayên me yên Ereb biwe ,ji wan re nabe kêmayî ,ji ber ku hemû netew navên xwe yan ji navê xwezaya jiyana xwe ,yan ji navekî erdnîgarî ,yan ji hevgirtinekê, yan ji baweriyek olî, yan ji bavikekî xwe anîne.

Domahîk:

Bi dawî hêjano:

Bi wê wateya Erebo ,navine Kurdî jî hene mîna  Çolo û Koçero û  dibe ku di nav miletên din de jî ,ji wan birayên me yên Siryanî jî ew navê Ereb ,yan Erebo  hene .Jiyan wilo ye ,xwezaya wê bandora xwe li çanda miletan dike û dibe gelek nav di nav çanda gelan de hebin û hevmîn bin.  Ew diyarde nabe nîşan ku ew nav tev ên netewekê tenê ne. Ew tev dibe zengînî ji çanda şeristaniyê re.

Min ev lêkolîn di dîrokê de, li ser vê peyva Ereb,yan Erebo,yan Erebiya,yan Erbayê û çi peyvên ku jê tên dariştin  û îro di çanda Kurdî de hene ,kir ji ber ku em ji alîkekî ve  zanibin ku ew peyv bi xurtî di nav çanda me ya Kurdî de heye û jê ye û ne biyanî ye  û ew ji zingîniya wê ye û ji alîkekî din ve em zanibin ku ew peyv ji   samanê hemû miletan e,nexasim di mêzobotamiyê û Kurdistanê de jî û ne ji samanê netewek tenê ye.

 

XELAT