Ji Dîrokê Re.. Leheng û Mêrxasê Kurd Salanê Çeqela

Ji Dîrokê  Re.. Leheng û Mêrxasê Kurd Salanê Çeqela

Nivîskar: Hozan Efrînî

Ji dîrokê re dinivîsînim, ji rastiya doza gelê xwe a rewa re dinivîsînim ku her kesekî ku xwedî helwest û çerd be, ew buye armanca êriş û lêdana neyaran û tiştê ku min li ser lehengê kurd ê Efrînî (Salanê Çeqela) bihîstî bû nimûneya mêrxasî, û bi namûs û rûmet û xwedî helwest bû, xwedî lesayetiyeke bihêz û hişmend bû.

Xwedî reftarekî xweş û nirxdar bû. Gelek bi lîmet û ni navûbang bû. Rêjîma Sûriye bi yekcarî jê ditirsiya û jesab jê re dikir û cihê ku ew lê ba rêjîm û peyayên xwe li wir nedibûn û ew wefadar û mêrxas bû. Û agahiyên din, wek me bijîstî ku muxtarekî bi navê Mihdînê Şêx Kêlê hebû. Ew bû sedemê pîlana girtina lehengê kurd (Salanê Çeqela) û piştre kuştina wî bi çekan û kaşkirina wî bi dû otombîlên Cêpê di kolanên Efrînê de ji aliyê peya û polîsên desthilatdaran ve. Berê hikumeta Sûriye digot, ev kes serok û serkêşê Kurdan e, û ev yek çarenûsa her kesê ku bi me re li hev nake yan jî li hemberî fermanên me derkeve û red bike.

Helbet piştî xiyanetê, ji ber ku di kiryarên xwe de rastûrast û durist bû, dema ku gel pê ne bawer bû jî Salan an jî mehkûmên din di wê demê de lê ya herî rast her tim ji bo qencî û parêzvanê namûsa û rûmeta gelê Kurd parêzvan bû. Lê mixabin di dema me de mêrên wek Salan pir kêm in.

Ez nizanim rastiya wê mijarê çi bû ku Salan malbata xalê xwe tev kuştin lê eger kes heye ji çe re zelal bike bila bifermê di dukomentan de şirove bike taku babet dewlemend bibe.

 

XELAT