Kitêba min a pîroz!

Kitêba min a pîroz!

Nivîskar: İkram Oguz

Ez di pênc salîya xwe da bibûm feqîyê bavê xwe û dest bi xwendina Quranê kiribûm.

Bavê min ne mele bû.

Lêbelê sofîyekî bawermend û evîndarê xwendina Quranê bû.

Di demsala payîz û zivistanê da dersa zarokên malbatê dida û wan fêrî xwendina Quranê dikir, xwendina bi alfabeya erebî.

Min di nav kîjan demsal, meh ya jî rojê da dest pê û di çiqas demê da Quran xetm kiribû, nayê bîra mîn.

Lê kîngê qala xwendina min a Quranê bihata kirin, bavê min pesnê min dida û digot, „Îkramê min di nav çil rojan da Quran ser û binê hev kir.“

Lê qasî ku tê bîra min çend feqîyên bavê min ên din jî hebûn, ku ji wan yê herî piçûk jî ez bûm. Piştî xetmkirina Quranê jî bi salan, bi taybetî rojên payîz û zivistanê li oda mala kalikê xwe, ku jê ra digotin oda mêran, ez li kêleka bavê xwe rûdiniştim û min bi wî ra Quran dixwend.

Kîngê li odê civata gund kom biba, meleyê gund ya jî sofîyek daxwaza bidengxwendina Quranê li min dikir, min jî bi kelecan û bi tewna ku ez ji bavê xwe hînbibûm, çend rûpel dixwend. Dû ra herkesî ji min ra „aferim“ digot û pesnê xwendina min dida.

Di wan salên xwe yên piçûk ta min ji Quranê tiştek fam nekiriba jî, ji xwendina xwe ya ezber kêf digirt. Çawa ku bavê min di destpêka hînkirinê da ji me ra gotibû, min jî bi xwendina Quranê gotinê Xwedê, gotinên wî yên bi erebî dubare dikir. Dubarekirineke bi bê famkirin, lêbelê bi kêf û kelecan…

Di her salê da kêmasî bi carîyên 7, 12 ya jî 15an dest bi xwendina Quranê dikir û ji serî heta dawîyê dixwend. Wateya gotinên ku di Quranê da cîh digirtin, nizanibîya jî, ew kêf û kêlecana ku min jê digirt kêm nedibû, berevajî bêtir zêde dibû.

Ji destpêka xetmkirina Quranê salek şûnda, bavên min xwendina du kitêbên din jî fêrî min kir. Gor Quranê du kitêbên piçûk û zirav, mîna Quranê bi tîp û xetên erebî, lêbelê bi wateya xwe gotinên zelal û nas… Gotinên bi zimanê min û bavê û kalên min…

Ji wan yek Nûbara Mele Ehmedê Xanî ya din jî Mewlûda Mele Ehmedê Batê bû.

Dema ku min dest bi xwendina wan kir û qedand ne haya min ji Ehmedê Xanî ne jî ji Ehmedê Bate hebû.

Bi aqilê xwe yê wê demê, min ew herdu Ehmedan jî Xwedayên ku bi zimanê me diaxifin, dihesiband û wan ji xwe ra ji Xwedayê ku Quran nivîsîye, nêzîktir didît. Loma êdî ji Quranê zêdetir Nûbar û Mewlûd dixwend. Ev helwesta min carcaran bala bavê min dikişand, bavê min li min vedigerîya û digot; „kurê min xwe bi wan zêde nexapîne, min bizanibîya tu bi xwendina wan dest ji xwendina Quranê ber didî, min ew nedidan ber te û te hînî wan nedikir…“

Min jî bi kelogirî xwe diparast û ji bavê xwe ra digot; „Ez ji xwendina Nûbar û Mewlûdê hertiştî fam dikim û gotinên wan jî bêtir li min xweş tên. Loma ez ji Quranê zêdetir ji xwendina wan zêde hezdikim û dixwînim…“

Bi gotinên min ra bavê min di ber xwe da dikenîya û digot; „Çawa ku min bi dorê te hînî xwendinê kir, tu jî bi dorê wan bixwîne. Berê dest bi Quranê bike û heta dawîyê biqedîne, dû ra jî berê xwe bide Nûbar û Mewlûdê…“

Min jî bi salan wusa kir.

Di salê da çend caran Quran dubare bikiraba, ewqas jî Nûbar û Mewlûd dubare dikir û dixwend.

Bi destpêkirina dibistanê ra jî min navber neda xwendina her sê kitêbên pîroz. Di mehên payîz û zivistanê da danê sibê diçûm dibistanê, danê esrê jî diçûm oda mêran. Bi awayeke din, danê sibê xwendekarê dibistanê, danê esrê jî feqîyê bavê xwe bûm.

Di dibistanê da jî xwendekarekî serkeftî bûm. Bavê min û mezinên civata oda mêran, serkeftina min a li dibistanê jî bi xwendina min a Quranê va girê didan û digotin; „Quran gotinên Xwedê ne û kê ku wan dubare bike, Xwedê jî zêna wan bihêz, fam û feraseta wan jî zêde dike…“

Ev gotina mezinan jî bibû sedemek din, ku min ji xwendina Quranê tu tiştek fam nekiriba jî, ji bo xatirê dubarekirina gotinên Xwedê û serkeftina xwe ya li dibistanê, her roj Quran digirt destê xwe û dixwend. Lêbelê êdî ne bi kêf û kelecana roja ewil…

Bi dubarekirinê ew ayetên kin ên ku li dawîya Quranê cîh digrin, ji Qulwela heta Yasînê hemû ezber kiribû. Dema ku dor dihat wan, min çavên xwe digirt û bi ezbere dixwend.

Lê kêfa ku ji xendina Nûbar û Mewlûdê digirt, her diçû zêde dibû. Dema ku min ev beyîtên ku di Nûbarê da cîh digrin dixwend, min digot qey lingên min ji erdê radibîn û ez difirim.

„Ji paş hemd û selewatan

Ev çend kelîmene ji luxatan

Vêk êxistin Ehmedê Xanî

Navê ‘Nûbara Biçûkan‘ lê danî

Ne ji bo sahib rewacan

Belkî ji bo biçûkên Kurmancan“

Piştî salan şûnda ez têgihîştim, ku herdu Ehmedên ku min ew wek Xwedayên nêzîk dîtibûn, ew Kurd in û pirtûkên xwe jî bi zimanê me yê şirîn, bi kurdî nivîsîne.

Bi vê têgihîştinê ra, min bêtir xwe nêzikî wan dît û ji wan hezkir.

Di dema xortanîya xwe da li şopa wan gerîyam.

Ji Mewlûd û Nûbara ku bi xetên erebî hatibûn nivîsandin, tu tişteke din nedît.

Di dawîya salên heftêyî da, dema ku min xwe di nav sîyaseta kurd da dît, bi wê dîtinê ra ji hebûna Mem û Zîna Ehemdê Xanî hayîdar bûm.

Ew ji salên 1960î da, ji alî M. Emîn Bozarslan va, li Stenbolê û bi tîpên latînî hatibû çapkirin. Lêbelê li tu derekê nedihat firotin û dîtin.

Nav û hebûna wê bihata zanîn jî, wê demê pirtûkeka veşartî û binerd bû.

Bi salan şûnda Mem û Zîn a Ehmedê Xanî kete destê min û weke kitêbeke pîroz di nav pirtûkxaneya min da cîhê herî sereke girt.

Bi xwendina Mem û Zînê va mirov têdigihîje, ku Ehmedê Xanî çawa ku Nûbar dîyarî „Piçûkên Kurmancan“ kiribe, Mem û Zîn a xwe jî dîyarî mezinan kirîye.

Bi van beytên xwe sedema bindestî û belengazîya kurdan nîşan dide û dibêje:

„Kurmanc ne pir di bê kemal in

Ema yetîm û bê mecal in,

Fîl cumle ne cahil û nezan in

Belkî sêfîl û bê xwedan in.“

Dû ra ji bo xilasbûna ji bindestîyê şîretên xwe li kurdan dike û wiha dibêje:

“Ger dê hebûya me îttîfaqek

Vêk ra bikira me înqiyadek

Rûm û ‚ereb û ‚ecem temamî

Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me ‚îlm û hîkmet“

Çawa ku min di dema zarokatîya xwe da Nûbar û Mewlûd kitêbên pîroz didît, iro jî Mem û Zîn ji bo min kitêbeke pîroz e.

Kîngê bîr û bawerîyên min kêm bibin, berê xwe didim Mem û Zîn a Xanî û gotinên wî yên pîroz dubare dikim, dubarekirina bi kêf û kelecan û bi fam û feraset…

Dû ra difikirim û bi xwe ji xwe ra dibêjim, gelo ew kurdên ku Quran xwendine/dixwînin û di emrê xwe da bi hezar caran dubare kirin/dikin, tenê yekcar Mem û Zîn bixwendana û li şîretên ku Xanî li wan kirîye, lê xwedî derbiketana, ew hê bindest, Kurdistan jî hê di bin lepên Tirk û Ereb û Eceman da dima!..

  

12.10.2022

ikramoguz@navkurd.net

 

XELAT