Rojavayê Kurdistanê di Konferansa Miyûnixê de amade ye

Rojavayê Kurdistanê di Konferansa Miyûnixê de amade ye

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê Mezlûm Ebdî û berpirsa peywendiyên derve ya rêveberiya xweser Îlham Ehmed, bi fermî di Kongreya Ewlehiyê ya Miyûnixê li Almanya amadebûn.
Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di kevana konferansê de bi amadebûna wezîrê hikûmeta demkî ya Şamê Esed Şîbanî li gel wezîrê derve yê Amerîkayê Marco Rubio kombûn û piştre jî çavê wan bi serokê Fransayê Makron ket û her weha biryare digel hêjmarek serkirde û berpirsên welatan bicivin.

Li gorî PUKMEDIA yê, eve cara yekemîne ku Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê Mezlûm Ebdî bi fermî ji bo konferansek wisa tê vexwendin.

Çavdêrên siyasî beşdarbûna nûnerên Rojavayê Kurdistanê di Konferansa Ewlehiyê ya Miyûnixê de wekî xalek girîng di qonaxa siyasî de bi nav dikin û teket dikin ku HSD hevalbendek stratejîk a hevpeymaniya navneteweyî ye ji bo şerê li dijî DAIŞê.

Xelat