Hunermend Ehmed Ekaş strana (Adi Bahtiyar) bi Kurdî dibêje

Hunermendê Kurd her weha jî rojnamevan û tekoşer yê nav û bang (Ehmed Ekaş) stranek Ehmed Kaya ya bi Tirkî bi navê (Adi Bahtiyar) kiriye Kurdî û çîroka wê stranê jî vedigerîne.

Ehmed Ekaş li ser rupela xwe ya tora civakî nivîsiye: Ev yek ji stranên herî navdar yê rewanşad Ehmed Kaya bûye ku çîrokek gelekî xemgîn yê wê stranê heye ku Kaya bi xwe behsa wê kiriye.

Hunermend mezin Ehmed Kaya weha çîroka Bextiyar vegotiye: "Dema ku ez li zîndanê de bûme, girtiyek hebûye navê wî (Bextiyar) bûye, bi dirêjahiya 97 rojan û her rojê 8 seatan di bin îşkencê de bûye, bi dirêjahiya îşkencê nasnameya xwe yê rastîn aşkira nekiriye û navê xwe yê rastîn jî negortiye û tenê gotiye ku navê wî (Bextiyare) û ew ji Diyarbekirê (Amed)ê ye. Bi gotina Ehmed Kaya wî di bêhnvedanên zîndanê de ew nas kiriye ku ew Bextiyar aşiqê tembûrê (sazê) bûye".

Ehmed Kaya weha gotiye: "Ez beriya wî ji zîndanê derketime û bi sutfe dema ku diçû Amedê nûçeyekê di rojnameyê de dibîne û wêneyê Bextiyar li ser bûye û têde hatiye gotin ku (Bextiyar xwe li zîndanê kuştiye), lê me hemiyan dizanî ku Bextiyar xwe nekuştiye û bûyera kuştina wî ji aliyê berpirsên zîndana Yozgatê ve senaryo hatiye danîn."

Hunermend Ehmed Ekaş diyar kiriye ku ew jî gelek ji stranê hez kiriye û ji bow ê jî kiriye bi Kurdî û hindek guherînên biçûk kirine ku ji çîrokê wergirtiye.

Ehmed Ekaş weha nivîsiye: "Ev strana nemir Ehmed Kaya ya bi navê "Adı Bahtiyar" lê bi kurdî û bi navê "nasnav Bextiyar e" ez hêvî dikim bi dilê we be".

 

XELAT