Serokê YNK: Em kesên ku parçeyekin ji serweriyên Kurdistanê jibîr nakin

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Bafil Celal Talebanî di peyamekê de ji bo merasîma xelata zêrîn a Bile ragihand, ew kesên ku parçeyekin ji serweriyên Kurdistanê û berevanî li nasname û mayîna me kirine jibîr nakin.
Eve jî Peyama Bafil Celal Talebanî ye:
"Îro ez gelek serbilind bûm ku li bajarê Silêmaniyê beşdarî merasîma belavkirina xelatên zêrîn a (Bile) bûm.
Di merasîmê de, min Xelata Zêrîn li ser navê birayê xwe yê hezkirî û şoreşger Mezlûm Ebdî wergirt, ku ew yek ji kesayetiyên ku îsal ji vê rûmetê bêpar nema.
Ev merasîm, ku di salvegera koça dawî ya mamostayê kurdayetiyê û rewşenbîrê gelê me yê Kurd (Îbrahîm Ehmed) de tê lidarxistin, ji bo hemû wan kesayetiyên ku di warên siyasî, çandî û çandî de xizmeta gelê Kurd kirine, derfeteke mezin û dîrokî ye. Ev nîşanek e ku emê dostên xwe û hemû kesên ku di hemû qonaxan de bi me re mane û nasname û hebûna me parastine û beşek ji serweriya Kurdistanê ne ji bîr nekin.
Ez dixwazim spasiya xwe ya dilsozî ji bo Weqfa Îbrahîm Ehmed diyar bikim ji bo organîzekirina vê merasîmê ku hêjayî têkoşîn û dîroka jiyana mamosta Îbrahîm Ehmed e, ku bi serkeftî hejmarek kesayetî ji bo xelatkirina Xelata (Bile) berbijêr kirine, ku her yek ji wan sembol û mînakek berbiçav e ji bo gelê me.
Îro, Xelata Zêrîn a (Bile) bi cuda ji şehîd û hevrêyê me Evdo Ehmed Ebdî "Şervan Kobanî" re hat dayîn ku jiyana xwe ji bo serbilindiya gelê me da, her wiha kesayetiya olî û Merca'iyê Bilind ê Şîeyan û dostê Kurd Seyîd Muhsîn Hekîm bû, ku bi fetwayekê rijandina xwîna kurdan heram kiribû, nav û bîranîna herduyan em bi rêz û hurmet bibîrtînin û hertim wê zindî di bîra me de bimînin."
Xelata zêrîn ya (Bile) salane di bîranîna koça dawî ya Mamosta Îbrahîm Ehmed birêve diçe û bi kesên nimûneyî tê dayîn. Sala 2001`an saziya (Îbrahîm Ehmed) hatiye ava kirin ku salane xelata (Bile) pêşkêş bi kesayetiyên diyar û serkeftî tê kirin.
Îbrahîm Ehmed, ku bi (Bile) jî tê naskirin di temenê 86 saliya xwe di demjimêr 5`ê êvariya roja 8`ê Nîsanê sala 2000`an de li bajarê Londonê koça dawiyê dike û termê wî li Silêmaniyê hate veşartin.
Ji aliyê xwe Fermandarê Giştiyê HSDê General Mezlûm Ebî derbarê wergirtina xelata zêrîn a Îbrahîm Ehmed peyamek vîdyoyî weşand:
Xelat