Mûzîkjenê Kurd Şêxo Oso mîvanê Jiyana Kurmancane
Mîvanê xelaka îro 28/4/2025 ya bernama (jiyana Kurmancan), Hunermend û mûzîkjenê kurd (Şêxo Ebdulrehman Oso) ye.
Hunermend û mûzîkjenê kurd (Şêxo Ebdulrehman Oso) ji gundê Basilê ya ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye ku niha li bajarê Silêmaniyê dijî û bi gotina wî ew bi xwe ji biçûkaniya xwe de fêrî (Pîk)ê bûye.
Her weha hunermend (Şêxo Ebdulrehman Oso) karê dartaşiyê jî dike û gelek tiştên folklorî yên taybet bi herêma Efrînê bi destê xwe çêkirine daku winda nebin û nifşên nû nas bikin.
Bernameya "Jiyana kurmancan" li ser kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê di beşa hunerê de danê sibehê demijmêr 10an de tê weşandin bername ji aliyê Roşîn Serêkaniyê ve tê pêşkeşkirin.
XELAT
