EZ Û DIL

EZ Û DIL

Helbestvan: Baqîyê Berûkî

 

Mefaîlun mefaîlun

- / / /  - / / /

Dilo kengê tu yê şa bî

Çima ewqas tu xembarî?

Şev û roj qet hedar nabî

Hema herdem bi zar-zarî.

Evê qîrê evî dengê

Dikî daîm bi vê rengê

Girî û şîn heta kengê

Gelo nabî fihêtkarî?

Wekî heyva li bin ewran

Reş û tarî wekî qetran

Dibarî her wekî baran

Ji van çavê elemdarî

Li sîngêm radikî ferman

Li hêla çep te kir talan

Milê rastê nema derman

Ji vê zilmê gunehkarî.

Gunehkarî ji vê zilmê

Tu yê kengê bibî fêhmê

Li vî jarî bikî rehmê

Te carek b'min nekir yarî

Nedî kes ev li dewranê

Li xo rakî tu fermanê

Nema taqet li vî canê

Ji vê rewşê tewanbarî

Çi bes nakî ji vê ketmê?

Kezeb mêlak te bir edmê

Dixwînî her wekî xitmê

Li vî sîngê birîndarî.

Çima ewqas giran nefsî

Ji keyfêra tu bênefsî

Te ez xistim li nav hepsî

Geda ez, her tu xunkarî.

Eva çil sal bi vî halî

Emir çû ha bibit talî

Bi çend roj ma biçim çalî

Nema êdî wefadarî.

Gelo ma qey tu bê warî?

Ji ber wê hinde zar-zarî

Kesek nînin bikit arî

Li vî dinya reş û tarî

Dilo bes her melaqî tu

Dikî xedrê li "Baqî" tu

Gelo nûra şefaqî tu?

Tu qet nakî fedakarî.

 

Sêrt.

 

Xelat