Narîn Feqe - Kul û Keser -2025
Hunermenda navdar a Kurd xelka Rojavayê Kurdistanê (Narîn Feqe) kilîpek nû bi navê (Kul û Keser) li ser torên civakî weşandiye.
Narîn Feqe, di sala 1980an de li bajarê Dêrîka Hemko nêzîkî bajarê Qamişlo hate dinê. Di sala 1991an di deh saliya xwe de tevî malbata xwe koçî welatê Swêdê kir û li wir bi cîh bûn. Ew keça hunermendê navdar (Adil Feqe) ye.
Helbest: Şevger Mîrza
Kul û Keser
Ez di zanim rojên min borîn li wan poşman im can
Tirsa min rojên mayîn jî li min bin êş û jan
Hey ho dilo mixabin çi kulên te belav in
Pey nekeve derd sax nabin ne li warê me bin
Hew dikarim derdê jiyanê ez bikşînim jan
Ez dizanim tu yê vî dilî pir şad bikî can
Çi bêjim qedera min û te ye kul û jan
Xuzîka sed car xuzîka keser neban can
XELAT
