"Nivîsa min a Pirtûka Mam Celal ji dîrokê re ye"

"Nivîsa min a Pirtûka Mam Celal ji dîrokê re ye"

Nivîskar: Hozan Efrînî

Armanca min ji nivîsa pirtûka derbarê kesayetiya karîzmeya kurdî rewanşad serok Mam Celal ji bo derxistina rastiya kesayetiya kurd ê mezin ji dîrokê re, tako kurdên me ên kurmanc jê nas bikin, min bi zerevaya kurmancî latînî nivîsî.

Ez vê pirtûkê ji bo dîrok û mêjû dinivîs im. Ez ji bo rastiya rêberekî Kurdistanî şirove dik im. Ez ji bo berjewendiyên giştî û jib o nifşên pêşeroja gelê kurd dinivîs im. Ez ne ji bo berjewendiyên kesayetî teng dibêj im û dinivîsem. Ev rastî ne, ne pesin û ne jî parastina kes û aliyan e. Ji ber ku ev nivîsa min piranî ji nêrîn û peyam û nameyên serok û serkirde û ronakbîr û nivîskarên kurd û navnetewî ne wek belgeh we ye. Ez vê nivîsê ji bo dadgeha rasteqîne ya dîroka kurd û Kurdistan a niha û pêşerojê pêşkêş dik im. Di vê pirtûkê de, min li gel nivîsa xwe û bîrdoz û nêrînên xwe li ser Mam Celal û rola wî a dîrokî di xizmetkirina doza gelê kurd de, hinek nûçe û raportên nûçeyî yên di malpera PUKmedia`yê de lihevanî û min amadekariyeke guncaw kir tako ez rastiyên ku li ser zimanên berpirsên siyasî û deplomatîkî û kesayetî û ronakbîr û zanayên Kurd, Ereb, Tirk, Faris, 8 Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd Ewropî û Amerîkî û biyanî bi giştî nîşana dîrok û nivşên nû bidim. Armanca min ji vê pirtûkê ew e ku kesayetiyekî mezin ê kurd wek Mam Celal pêwîste her dem bê ser ziman û nivîs tako mirov bikaribe sûd ji ezmûna wî ya di karûbarên siyaset û deplomatîkê de wergire û di zanîngeh û dibistanên Kurdsitanê de li ser bixwînin.

Her mirovek di dema kar û xebat û tekoşînê de rastî çewtî û kêmkurî û şaştiyên cur bi cur dibin, lê ev naye wê watayê ku mirov bi yekcarî bîne xala jinabirinê an jî biçûkkirinê wek Lînîn di gotineke xwe de digo;“Ew kesê ku şaştî nekiriye hîn ji dayîka xwe nebû ye, lê dibe mirov şaştiyan serrast bike û sûd jê wergire”. Gelek car min vîdyo û gotarên Mam Celal şopandî ku piraniya wan têgeh ji resentiya kurd û Kurdistanê ye, ew ti carî xwe bê care nekiribû. Her dem dilgeş û rûgeş û xwedî ken û moral bilind bû. Ew gelek caran rexne li xwe jî û hevalên xwe jî digirt, li Parka Azadî de Qada Azadî ava kir û di daxuyaniyeke xwe di wê bare de kun emir Şêrko Bêkes jî amade bibû got; "Ev qad jib o her kes tê de bi azadî û serbestî nêrîn û têbînî û rexneyên xwe li hemberî berpirs û serkirdeyan 9 Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd bîne ziman heya ku ez bim jî rexneyên xwe bînin ser ziman." Her weha helbestvanê bi tiwane Şêrko Bêkes jî derbarê rastiya têgeha demokrasî li cem Mam Celal ji min re aşkire kir ku Mam Celal kesekî nimûneyî kurd e ku dikare baş guhdarî ê hemberî xwe û bi taybet tekî kurd bike û piştre bersiv bide û li ser her kêşe û aloziyekî zû bi zû biryar nedida, lê piştî ku baş lêkolîn û lêpirsîn bikiraya, piştre biryar dida û riya çareseriyê jî amade dikir. Ez li gor destpêkirina kar û xebatên siyasî yên di nava tevgera kurdî de ku, ji 1992`an ve ango nêzîkî 28 salan ve û heya roja me ya îro, min rastiyek li nava tevgera Kurdistanî de dît ku, nemir Mam Celal û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê herdem wek hêvana yekrêzî ya tevgera Kurdî û Kurdistanî bûne. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê serbarê şaştî û çewtiyên wê di dema kar û pilannameyan û çawaniya reng û cih û dema peywendiyan de, lê bi awayeke giştî, hilgirê rêbaza Mam Celal e di yekrêziya gel û neteweyî de, xwedî roleke mezin e, her dem palpiştê aliyên ramyarî (siyasî) yên perçeyên din ên Kurdistanê bû ye, ev yek rastiyên wê hene, li ber çavan re derbas dibe û ti kes nikare wê rastiyê nepejirîne, ji ber ku ew milkê dîrokê ye. 10 Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku hilgirê Reman û bîrdoz û rêbaza rasteqîne yê rewanşad serok Mam Celal e, ji roja damezrandina xwe ve, tekez li ser peyrewakirina bernameya parastina yekrêzî ya di nava aliyên Kurdî û Kurdistanî de kiriye. Her çiqas tewrî be jî, lê li ser bingeha rastiyan bû ye û hevkarî û alîkariya ku îro pêşkêşî şoreşa Rojavayê Kurdistanê dike nîşana wê yekê ye.

Xelat