Derfeta Zêrîn
Lêkoler û Dîrokzan: Biradostê Mîtanî
Îro Derfetek Zêrîn Li Sûriyayê ji Gelê Kurd Re Hatiye.
Çendên caran guhartin di qonaxên hukmraniya Sûriyê de çêbiwe ,mixabin gelê Kurd tu sûde jê negirtiye û her jê maye bêsûdegirtin û ya xirabtir biwe ardûyê ji pêjandanê re bêpar.
Di 1918z de Ferensayê û Birîtaniyayê ji Sûriyayê berdane Osmaniyan û ji ber ku Mîr Fêsel kurê Hisên xwedî hêseke bi hijmarek siwar û şervanan bi wan re bû ,ew kirine padîşahê Sûriyayê .
Rast e di 1919-1921 Birahîm Hanano yê Kurd şoreş dijî ferensiyan pêxist û piştre wî û zaneyên mafnasî destûra Sûriyayê danîn ,li tu para Kurdan tê de nexistin û Wilo Ûsivê Ezmê cenga Meyslûnê 1920 li dar xist û li pey re gelekin din mîna Cenga Beyandûrê 1923z û Fewzî Qawiwçî li Hemayê 1925z û Toşa Amûdê 1937z ,lê mixabin Kurdan tu mafên netewî ji wan qonaxan jî bi dest nexist .
Di aliyê siyasî de gelek serok weke Mihemed Elî Abid ,Şikrî Qiqwtlî,Hisnî Zeîm ,Fewzî Silo û Edîb Çêçklî bûn serokê Sûriyayê ,lê vê yekê jî ji ber ku hişmendî û kesayeta kurdî ne xurt bûn sûda netewî neda kurdan.
Serxwebûna 1946z jî hat û serokê Sûriyê dîse Şikrî Qiwetlî yê Kurd bû lê dîsa firaxa Kurdan ji wê qonaxê ma vala.
Cemal Evdilnasir 1958z ,rêjîma piştre 1961 , baesî1963 û Hafiz Esed 1970z ,yên tev nejadpereset bûn ,hatin ,ji dêla ku Kurd hevgirtî bin û xwe di meydanê de diyar bikin, mane bêyî sûde û berevajî wê yekê ketine ber devê bireka stemkariyê wan de û bi wilo derbas dibûn û ber bi helandina netewî ve diçûn.
Di serhildana Qamişlo de 2004z de li gor tekoşîna gel û serkeftinên wê ,lê ji sedema bêhêziya Kurdan a di qada navdewletî de ,ew serkeftinên pîroz dijî welatparêzan bûne dergihê tolhilandinên hovane ji aliyê rêjîma Bese ve.
Qûnaxa 2011z ya vê şoreşê ji hemû aliyan ve pir cîwaz e di rewşa gelê Kurd de . Cara yekem e ku Kurd jê sûdeyê digirin. YPJ,YPG û HSD û saziyên ewlehiyê û xizmetguzariyê û perewerdeyê ku ava dikin. Dijî êrîşên dijwar û yên tûndirew nexasim ên Da-işê serkeftinên efsaneyî pêk anîn , ta ku Hevpeymana Navdewletî bi 72 dewletên xwe ve ,ji wan re bûne hevalbend ,lewra di cîhanê de tomar kirin ku Kurd û bi wan re mirovhez ji pêkhatinan din jî sengerên parastina Rojavayê Kurdistanê û Bakurrojhilatê Sûroyayê ne û wilo tunekirinên hêzên tûndirew in.
Niha weke îro piştî ku ev heyvek tê heye ji çûna rêjîma Be'es û mala Esed di 8-131924z de ,rewş li ber guhertinek mezin e û derfet bo me Kurdan ku em bikevin rêvebiriya xwe ya rast de di Sûriyaya nû de ,zêrîn e. Em ne ew Kurdên berê ne. Me hêz ,sazî û kesayeta kurdî hene û di qada navdewketî de ta vê kêliyê piştgirî bo me heye û fişarê li Rêjîma nû dikin ku Kurd jî ji avkerên Sûriyayê bin û xwedîmaf bin di destûra nû de û ji me dixwazin ku em yek bin. . Emerîka û Ferensa bi partiyên me re dicivin û hêviyan ji tevgera me ya siyasî dikin ku yekrêziyekê ji bo mala Kurdî ava bikin . Lê mixabin hêjî wê tevgera me ew hêvî û daxwazî bi cih neanîne. Tirsa me ya mezin ew e ku henek ji wan vê derfeta zêrîn ji destên me Kurdan berdin û li van destkeftiyên Kurdî yên ji aliyên siyasî,leşkerî,xuzmetguzarî û sazûmanî ve heyî , xwedî dernekevin û bihêlin ku xweyên wan destkeftiyan tenê bi heyna xwe bibin nûnerê doza me ya kurdî ,yên li gor ku em zanin ku wan ev navdarî û vedengî dane doza me û ew in sedemên ku qada navdewketî me wek egerek di Sûriyaya nû de di çavên xwe de dibîne . Li gor ku baweriyên me bi rol û hêza wan heye jî ,lê hêviya me ye ku gelê me yê kurd bi hemû partî,rêxistin û kesayet bi pirojeyeke netewî armanczelal nûnerîtiya doza me bike û bibe berdvekê wê yê guftûgoyan ,çi li nav me yan Şamê û yan cîhanê ,ji boyî vê derfeta zêrîn ji destên xwe bernede. Ji ber ku encam ,maf ,destkeftin û serkeftin bi yekîtiya kurdî dê mezintir,hêztir û bihtir bin.
8-1-2025x.18-10-2636Kurdî
XELAT
