Pirsgirêkek Rêzimanî
Nivîskar û Helbestvan: Mihemed Hemkoçer
Li Efrînê navên pir gundan hene bi tîpa (a) bi dawî dibin, lê pir kes (O) dinivisînin!
Gelo em ê çawa ji hev derxin û bilêvkirina wan tekez bikin ger A ye lê O ye?
Em divê hinek nimûneyan bînin daku li ser biçesipînin û bibe bingeh
Jixwe em tev jî dizanin tîpa A yê li dawiya piraniya xwe ji bo pirjimarê tê û tîpa O yê jî, ji bo nav û tiştên nêr re ye.
Hinek navên gundên em qala wan dikin..- Çeqela (o)
Alkana (o)
Baziya(o)
Ereba (o)
Gurda, kora, çeqmaqa, Balya, Hecîka,Tirmûşa, Şiketa...
Û her wiha
Baş e, ev navên niha derbas bûne, divê em wateyên wan derxin ta ku em bizanibin eger dawiya wan bi A ya pirjimariyê ye, lê bi O ya nêrbûnê ye!
Çeqel: navê lawirekî ye û dema em dibêjin: Çeqela tê wateya lawiran û N ji bilêvkirinê firandine maye Çeqela ya ku bingeha xwe Çeqelan e, ne çeqelo ye! Jiber ku gund bi xwe ne kesayetiyek e ta bêjin: Çeqelo, lê belê tê de piranî heye wek mal, mirov û kon û xanî û êl...
Îdî tevayî gundên din jî li ser vê gotinê bipîvin
Wek gundên me anîne ziman û pir gundên din wek Moseka, Eltaniya, Alciya...
Lê di gel vê yekê de navên hin gundan hene, zelal xûya dikin ku bi(O) yê ne, ne bi (A)yê, nimûne..
Gundî Kurdo, gundî Selo, Reco (Rejo) tevî ku gund in hene jî mirov matmayî dimîne ku bi A yê lê O yê bilêv bike! Jiber ku herdu lê dibin, nimûne..
Elendara û Elendaro
Hopka û Hopko
Şêx bila û Şêx bilo
Û li dawiyê yek ji dabînkirina min tîpa A yê, ew e ku li Efrînê du gund hene bi eynî tîpan in, lê tîpa dawiyê cuda ye wek..
Reco û Reca
Li vir baş diyar dibe ku navê A li dawiyê cuda ye ji yê O li dawiyê, û ji ber vê yekê bi nirîna min çê nabe em dawiya hemiyan bi O yê bi lêv bikin û binivsînin.
Êdî rastî, dema nav yê kesayetîyekî be an kesayetiyekê, dawiya xwe (O) ye
Û wekî din eger pêwendiya xwe bi pirjimariyê re heye dawiya xwe (A), wek..
Gundî Hebo: Hebo
Îska: Îskan.
Xelat
