Neco, Sembola Xebata Kurdistanî û Parêzvanê Çandê

Neco, Sembola Xebata Kurdistanî û Parêzvanê Çandê

Nivîskar: Xelîl Ebdulah

Siyasetmedar, têkoşer û kulturperwerê navdarê Kurdistanê Neco navekî diyar û sembola tekoşîna Kurdistanê ye, wî Kurdistan wek yek ax, yek welat û yek netewe didît. Lewma ji bakur dest bi têkoşîna xwe kir û rojava û başûr jî kir qada têkoşînê û çend sal ji jiyana xwe di nava refên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de terxan kir. Di vejandina şoreşa Kurdistanê de roleke berçav, bibandor û wêrek list, wê bi serbilindî di rûpelên geş ên dîroka Kurdistanê de bê tomarkirin.

Necmedîn BûyûkKaya ku nasnavê NECO bû, di nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de bi navê Selah dihat naskirin. Di sala 1943an de li gundê Karahanî yê navçeya Siwêrekê ya Rihayê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Amedê qedand. Di sala 1966an de li Fakulteya yasayê ya Zanîngeha Stenbolê tê qebûlkirin û xwendina xwe berdewam dike. Neco ji destpêka ciwaniya xwe ve bi têkoşîna pîşeyî û neteweyî ve mijûl bûye. Di sala 1969’an de dema ku hîn li Stenbolê xwendekarê zanîngehê bû, digel 12 hevalên xwe re (Komeleya Rewnşenbîrî ya Şoreşger a Rojhilat) ku bi navê (DDKD) tê naskirin, ava kirin.Neco paşê bû serokê wê rêxistinê. Her di nava wê rêxistinê de Cemîla xanimê nas dike û di Newroza 1975’an de pêre hevsergîriyê dike.

 

Di nava YNK’ê de dest bi têkoşînê kir

Beriya ku zanîngehê xilas bike, piştî derbeya leşkerî di 12'ê Adara 1971'an de biryara girtinê li ser wî hat dayîn. Êdî Neco bi neçarî welat bi cî hêşt û berê xwe da Ewropayê û wek penaber li Swêdê bi cih bû.

Di sala 1974an de hukûmeta (Bulent Ecevît) efûyeke giştî derxist û bû sedem ku Neco vegere Tirkiyê û di nav baskê çep ê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK) ya bi serokatiya Dr. Şivan de têkoşîna xwe berdewam bike û piştre jî dev ji wê partiyê berdide.

Di destpêka damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de serdana Şamê kir, li wir Mam Celal nas dike û di nava YNKê de dest bi kar dike û bi navê Selah hate naskirin.

Selah, di dabînkirina pêwîstiyên lojîstîkî yên YNKê li nav axa Tirkiyê de roleke bi bandor û wêrek lîst. Ew rêberê yekem mefrezeya YNKê bû ku di bin fermandariya Îbrahîm Ezo de bû û karîbû wê mefrezeyê bi silametî derbasî herêma Behdînan a Kurdistana Iraqê bike.

(Newşîrwan Mistefa) di pirtûka xwe ya (Ji Perava Danûbe ve heta bi Xrînawzeng) de bi giringî behsa rol û bandora Neco dike û dibêje ku ew û Neco ji Sûriyê çûye Tirkiyê û li Amedê ji hev cuda bûne. Êdî Neco bi Hesen Xoşnaw re çû Stenbolê bo pêşwazîkirina Mam Celal û heta sînorê Tirkiye-Iraqê pê re çûye. Newşîrwan Mistefa ji Neco pir bandor bû û di pirtûkê de wiha pênase kiriye: “Neco kurdekî rast, wêrek, têgihîştî, mêrxas û bi sebir bû”.

Dr. Kemal Fuad: Mam Celal got ku kak Selah yek ji rewşenbîrên şoreşger ên Bakurê Kurdistanê ye.gelekî dostê me ye û hez diim hûn wî nas bikin.

 

Mam Celal bi xwe daxuyanî nivîsandiye

Di sala 1982’an de, Neco ku sekreterê Komela Azadiya Kurdistanê bû, bi sûcdariya ku doza xwerêveberî û sosyalîzma Kurd dike, li bakur hate girtin û di 23’ê çileya 1984’an de li girtîgeha Amedê bi çend hevalên xwe re hatin şehîd kirin. Bi vê boneya diltezîn, Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyek belav kir û ji aliyê Mam Celal bi xwe ve, hevxemî û sersaxî ji şehîdan re xwest.

Neco ji bilî siyasetê, giranî daye çand û parastina belgeyên dîrokî û çandî. Dr. Kemal Fuad di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navê (Kurdistan, yekemîn rojnameya kurdî, serdema sêyem 1917-1918 de li ser Naco nivîsî. Di dawiya sala 1975an de ji bo beşdariya civîna komîteya damezrêner a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ez çûm Şamê, Li wir Mam Celal li mala xwe Neco bi min da nasandin .ku di nava YNK’ê de bi navê Selah dihat naskirin Mam Celal wiha got: “kak Selah yek ji rewşenbîrên şoreşger ên Bakurê Kurdistanê ye zor dostê me ye û ez hez dikim hûn wî nas bikin. “

 Dr. Kemal Fuad dibêje: (Min Neco bi rêya Mam Celal nas kir. heta ez li Şamê bûm, min çend caran ew dît û em axivîn. Di Îlona 1976an de min careke din serdana Şamê kir, min careke din Naco dît û wî ji min re got ku wî ji Bakurê Kurdistanê çend pirtûk, kovar û rojnameyên ku dîroka wan vedigere serdema Osmaniyan, bi xwe re aniye. ji kovar û rojnameyan, di nav wan de 11 hejmarên rojnama Kurdistanê yên ji salên 1917-1918 heta niha nehatine dîtin, min jê xwest ku wan kopî bikim, êdî Neco bi kêfxweşî her 11 hêjmar dan min û min jî kopî kirin).

Neco hobiyeke din jî hebû

Di sala 1980 de Dr. Kemal Fuad di hejmara kovara (Çirîkey Kurdistan) ya 03.11.1980 de, ku mamosta Îbrahîm Ehmed li Londonê derdixist, gotarek nivîsî û mizgîniya dîtina ew 11 hêjmarên rojnameya (Kurdistan) belav kir û di sala 1998an de, di 100 saliya derçûna yekemîn hejmara Kurdistanê de, 11 hejmar di du cildan de bi navê Kurdistan, yekemîn rojnameya kurdî 1917-1918) li Silêmaniyê çap kir û wek rêzgirtin ji bo şehîd Neco, pirtûk diyarî kir. ji şehîd Neco re nivîsandibû: Ji bo giyanê şehîd Necmedîn Bûyûk Kaya (Neco) ku ev rojname ji windabûnê rizgar kir û rê li ber Weşanê vekir.

Her wisa Neco hobiyeke din jî hebû, ew jî wênekêşî bû, dema li Nawzang û Tûjala bû, bi kamîreya xwe bi dehan wêneyên rengîn ên serkirde û pêşmergeyên şoreşa nû û dîmenên wan deveran kişandine û wek bîranînên wî di arşîva şoreşa nû de mane.  Wek rêzgirtin ji ev kesayetê mezin, li bajarê Silêmaniyê parkek bi navê (şehîd Neco) hatiye binavkirin.

Silav û rêz û wefedarî ji bo giyanê şehîd Neco, şoreşgerê ku tevahiya Kurdistanê kir qada tekoşîna nîştîmanî û netewî û çandî û di vê armancê de canê xwe jî feda kir.

 

https://www.knwe.org/KU/ArticleDetails/4236

  Ji Soranî bo Kurmancî: Dawûd Çîçek

XELAT/ Rojnameya Kurdistanî Nwê