Adil Murad, hevbîr û hevdozê Mam Celal ji bîr na be
Nivîskar: Hozan Efrînî
*Nemir Adil Murad hevalê hevbîrê Mam Celal bû Piraniya aliyên siyasî kurd û gelê kurd nîgeraniya xwe ji bo koça dawî yê tekoşerê mezin ê kurd rewanşad Adil Murad anîn ser ziman û bîranîna koça dawî her salt ê lidarxoistin û bi bîra hemû dost û hogirên nemir tê û bîranîna wî bûye semoleke ji sembolên kesayetiyên xwedî doz û wefadarî ji pakrewanan û gelê kurd û şoreşa wê.
Em bi vê boneya xemgîn û xembar, diltengiya xwe ji dil nîşan didin û serxweşiyê li xwe û li malbata nemir rewanşad Adil Murad û tevahiya gelê kurd û Kurdistanê û bi taybetî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê pêşkêş dikin.
Gotinên min ji bo tevayî malbata nemir rewanşad Adil Murad a xembar, ji bîr nekin ku hûn xwedî kesayetiyeke karîzme û Kurdistanî mezin bûn û pê serfiraz bin wek em jî pê serfiraz in. Ji bo tevahiya endam û serkirdeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê em bi kesayetiya Adil Murad serbilind in. Ji ber ku ew her dem xwedî nerîn û gotar û helwesa neteweyî bû...Ji bo Tevhaiya gelê kurd û Kurdistanê li hundir û dervayî welat, bi koça dawî yê serkirdeyê mezin Adil Murad yek ji me çû bila hemû gelê kurd û Kurdistanê xweş bin ew jî wek Mam Celal bi serfirazî erkên xwe ji bo parastina doza gelê kurd û Kurdsitanê bi cih anî.. Xemxwerê Rojavayê Kurdistasnê û bi taybet Efrînê bû Min siyasetvanê dêrîn Adil Murad ji nêzîk ve nas dikir, hatûçûna me li gel wî hebû ew gelekî dost û hevbîrê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Ji min re gelek caran digot; Efrînî şoreşa Rojavayê pir bi nav û bang bû ye, lê pêwîste em tev xwedî lê derkevin, ji ber ku neyarên doza me li her derê wê yekê napejirînin û metirsî gelek hene û ne dûre ku heman tiştê ku bi serê Kobanê hatiye ji wê dijwartir bi sere Efrîn û navçeyên din we re.
Her ez didîm digot Efrînî rewşa Efrînê çi ye, Efrîn pir girîng û xweşike û neyarên Efrînê wek Kerkûkê pirin, lê mixabin em di nava hev du de ne yekin, neyarên me her yekin, lê em perçe perîçe ne. Bi boneya koça dawî yê nemir rewanşad Adil Murad stêrkek din ji ezmama Kurdistanê rijiya, kaseyetiyeke din ê mezin û naskirî û tekoşerê dêrîn û kurdperwer û xemxwerê doza kurdî û Kurdistanî ji nav me barkir, lê em ê wî di yadgeriyên xwe de bê beş nekin.
Siyasetvan û rewşenbîrê mezin ê Kurdistanî, sekreterê Encûmena Navend ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê kak Adil Murad beriya salekê bi bi yekcarî ji nav me barkir û çû ser dilovaniya xwedayê xwe, lê ew bi reman û hizir di nava me de dimîne û cihê xwe di dilê hemû kurdekî de he ye û girtî ye.
Ji ber wê yekê, bi vê boneya derbasbûna 7 sal bi ser koçkirina dawî yê serkirdeyê mezin rewanşad Adil Murad, min di dema koça dawî yê nemir Adil Murad de, wek Rêxistina Hawarê a civaka sivîl, bi navê endam û karmend û berpirsên wê, her weha wek nûnerê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrat a Sûrî li Herêma Kurdistanê xembariya xwe bi malbata nemir û bi tevahiya endam û serkirdeyên YNKê re parve kir û me hêvî xwest ku ev êş ya herî dawî be hem ji malbatê û hem jî ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê be. Di bîranîna salvcegera 7 saliya koça dawî ya siyasetvanê kurd rewanşad Adil Murad re em wek xelkê Efrînê wiha dizanin ku koça dawî ya nemir Adil Murad ziyaneke mezin e ji bo tevahiya gelê kurd û Kurdistanê, ji ber ku ew bi kirdarî wek nemir Mam Celal xemxwerê her çar parçetyên Kurdistanê bû.
Di aliyê peywendiyên xwe ên neteweyeyî de jî, li gel aliyên siyasî ên Kurdistanî pir bi hêz bû. Alîkariya hemûyan bi bê ferq û cudayî dikir, nefret li dagîrkerên Kurdistanê dikir û ji bo berevanî li zarok û jin û ciwanên kurd û Kurdistanê, her dem xwedî helwest bû, ji bo Kobanê û çi ji bo Efrînê û çi ji bo Cizîra Bota û çi ji bo Mihabadê be û Şengalê be her xwedî helwest û biryarderê parastin û alîkariyê bû.
Her weha hemû aliyan di Kurdistan û dervayê Kurdistan bi taybetî gelê kurd û aliyên siyasî xemgînî û nerihetiyên xwe derbarê koça dawî ya endamê desteya damezrêner yê YNKê û sekreterê giştî Encûmena Navend ya YNKê heval Adil Murad anîn ser ziman û xembariya xwe bi malbata nemir e dupat kirin û koça dawî rewanşad heval Adil Murad di vê qonaxa hestyar de, bi ziyaneke mezin ji bo gelê kurd û Kurdistanê nirxandin. Ji aliyê piraniya gel ve xweşewîst bû Piraniya aliyên siyasî û kurdî û rewşenbîr û ronakbîrên kurdî wiha dizanin ku koça dawî ya nemir Adil Murad ziyaneke mezin e ji bo tevahiya gelê kurd û Kurdistanê, ji ber ku ew bi kirdarî wek nemir Mam Celal xemxwerê her çar parçetyên Kurdistanê bû, ew hevalê rêbaza rewanşad serok Mam Celal bû, hevbîr û hevdozê herî nêzîk ê Mam Celal bû. Di aliyê peywendiyên xwe yên neteweyeyî de jî, li gel aliyên siyasî ên Kurdistanî pir bi hêz bû.
Alîkariya hemûyan bi bê ferq û cudayî dikir, nefret li dagîrkerên Kurdistanê dikir û ji bo berevanî li zarok û jin û ciwanên kurd û Kurdistanê, her dem xwedî helwest bû, ji bo Kobanê û çi ji bo Efrînê û çi ji bo Cizîra Bota û çi ji bo Mihabadê be û Şengalê be her xwedî helwest û biryarderê parastin û alîkariyê bû. Wek tê zanîn ku rewanşad Adil Murad sala 2003'an piştî ku dema Amerîkayê û hevpeyamnên wê dest li Êraqê werda, rêjîma Sedam hat rûxandin û komîteya jinûve darijtina Destûra Bingehîn Êraqê hat amadekirin û nemir Adil Murad jî cihê xwe di nava Komîsyona Destûra Bingehîn a Êraqê de girt ku ev destûr sala 2005'an hate pejirandin. Murad yeke ji damezrênerê sereke yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi Mam Celal re bû ye û piştre bû bi sekreterê Encûmena Navend yê YNKê û li gel Mam Celal ê nemir li ser çiyayên Kurdistanê têkoşer û pêşmerge bû. Jidayîkbûn...
Nemir Adil Murad di 11/12/1949`an de li bajarê Xaneqînê ji dayîk bûye û di salên 60`yan de tevlî Yekîtî bûye ango yeke ji damezrênerê sereke yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi Mam Celal re bû ye û piştre bû bi sekreterê Encûmena Navend yê YNKê û li gel Mam Celal ê nemir li ser çiyayên Kurdistanê têkoşer û pêşmerge bû.
Wek tê zanîn ku kesayetiya nemir Adil Murad bi taybetmendiyên xwe yên netewî û nîştîmanperwerî dikarî xizmeta hemû tevgerên Kurdî bike û piştgirî dayîna têkoşîna gelê Kurdistanê li parçeyên din yên Kurdistanê dikir. Bi helwestên xwe yên netewî yên der barê Rojava û Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de, xwe kiribû wek pirek di navbera Başûr û parçeyên din yên Kurdistanê de.
Koça dawî... Di roja înê 18-5-2018`an, li nexweşxaneyeke bajarê Kolin a Almanya yê, ji ber nexweşiya dil koça dawî kiribû. Di roja 24-5-2018`an, termê serkirsdeyê mezinê kurd heval Adil Murad endamê damezrênerê YNKê û yeke ji mezintirîn hevkarên parçeyên din ên Kurdistanê kilîkeke beriya niha gişîte firokexaneya navneteweyî Silêmanî û li goristana girê Selîm Begê birin bi axê spartin. Dilovaniya Xwedê lê be û bila malbat sax be û serê tevahiya dost alîgirên û endamên YNKê sax be û bila serê tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê xweş be.
Li Kurdistanê gelek kesayetiyên mezin û kurdperwer hatin hole, lê ez di wê baweriyê de me ku wê her dirêjpêder be, Ji ber ku Kurdistan hêlan û lankeya mirovayetiyê ye û cihê şarastaniyeta herî dîrokî di cîhanê de ye ku ji Sumeriyan û heya roja me ya îro… Rewanşadî ji Serok Mam û heval Aadil Murad û hemû pakrewanên doza gelê me a rewa re… Kurdistan mafe û mafeke rewa ya gelê kurd e. Efrîn û Silêmanî, Sine, Dêrsim, Qamşîlo, Hewlêr, Mihabad û Amed. Kobanî, Kerkûk, Urmiye, Wanê tev xemgîn bûn bi koça dawî ya rewan şad Adil Murd… Her rewanşad û beheştdar be.


XELAT
