Li Swêdê 40`emîn salvegera şehîd Neco birêveçû

Li Swêdê 40`emîn salvegera şehîd Neco birêveçû

Roja 20/1/2024 li bajarê Stokholmê paytexta Swêdê 40`emîn salvegera şehîdbûna Necmedîn Buyukkaya (şehîd Neco) bi civîneke girseyî hat lidar xistin. Civîn bi amadebûna endamê desteya Damezrandina YNK`ê Omer Şêxmûs û malbata şehîd Neco û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Siwêdê Şoreş Qadir û gelek dost, heval û heskirîyên şehîd Neco birêveçû.

Di wê civînê de şehîdbûna Necmedîn Buyukkaya û dîroka wî ya xebat û tekoşîna wî hate bibîranîn û behsa xebat û tekoşîna şehîd Neco li ser astê Kurdistanî hate kirin bi helbest û mûzîkê civîn berdewam bû.

Di wê semînerê de Endamê Desteya Damezrêner ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê Omer Şêxmûs gotarek pêşkêş kir û eve jî naveroka wê ye:

"Ev bîrewerî ji bo 40 saliya şehîdbûna şehîd Necmedîn Buyukkaya (NECO) ye, bîranîna şehîd Neco niha di demeke dîrokî ya giring de em dikin, ji ber ku xebat û tekoşîn li hemû parçeyên Kurdistanê di rewşekî aloz de derbas dibe.

Çima ev bîrewerî giring ji me re? çima me komîtek çêkir ku em 40 saliya şehîd Neco amade bikin? yek ji aliyê herî giring ya rêbaz û buçûn û fikirê şehîd (Neco) de du tiştên pirr giring bûn , yek jê Kurdistanîbûn ya duduyan jî sînor nenas kirin û ya sêyemîn jî xebata şoreşgerî bû. gelek kes hene ji hemû parçeyên Kurdistanê li Ewropa jî ez bi xwe yek ji wanim, baweriyek me ya temam hebû ji bo wê jî em zû bûne dostê Şehîd Neco û em nêzîkî hev bûn go em sînorên çêkirî yên Kurdistanê nas nekin û em hazir û amade bin ku em xebat  û tekoşînê li hemû parçeyên Kurdistanê bikin, îcar her parçekî Kurdistanê biserket ev serketin wê serketina hemû parçeyên din ên kurdistanê be her weha binketina parçeyekî Kurdistanê jî binketina hemû parçên Kurdistanê ye. Îca şehîd Neco li ser wê rêbaz û fikrê hanê pir bi cidî û bi rastî xebat li ser kir.

Ez wek endamekî desteya damezirandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê wê rastiyê qebûl dikim, YNK`ê gelek rewşên xirab bi serda hatin ji destpêka xebat û tekoşîna xwe de yek ji wan jî karesata Hekarî bû , ez dikarim bi wijdan bêjim, du aliyên siyasî ku alîkariya me kirin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê karibe dîsan rabe û xwe kom bike û şoreşa xwe pêşve bibe yek hevalên Kurdistana Îranê bûn ku Komeleya Zehmekêşa Kurdistana Îranê bû ku pişt û pena bûn ji mere, çi ji aliyê locistî be û çi ji aliyê tiştan û her weha di şandina kadroyên serkirdayetî ku bên alîkariya me bikin û di wextê xwe de hevalekî xwe yê serkirdayetiyê şandibûn û di sala 1977`an de şehîd bû.

Aliyê siyasî yê din jî Şehîd Neco û hevalên wî bûn ku di wê demê de alîkariya me kirin çi bi anîna locistî û çi jî bi anîna çek û teqemenî çi pêşmerge û çi birîndarên me ku bibûn xeleka danûstandinê di navbera hundir û derveyî welat de yanî eger ew nebûna bi taybetî piştî sala 1978`an rewşa YNK`ê gelekî aloz bû. Tiştekî din yê herî giring ya şehîd Neco, ew li vir li Swêdê ku me hevdû naskir di gel Swêdiyan zû zû digunca danûstandina wî gelekî germ û xweş bû her weha rolekî gelekî baş di warê kulturî û civakî de li Swêdê dilîst ji bo vejandina çand û kultura Kurdî.

Şehîd Necmedîn Buyukkaya serokê DDKD bû piştî derketina efuyê vegeriya Kurdistana Bakûr û piştre hate Kurdistana Êraqê û serdana hemû bajarên Rojhilata Kurdistanê jî kir daku ezmûnên şoreşê li wan parîeyên Kurdistanê li bakûrê Kurdistanê di xebata xwe de pêk bîne.

Ew şeva nexweş ku nûçeya şehadeta şehîd Neco min bihîst ez wê çaxê li Ingilîzistanê bûm berpirsyarê têkiliyên derve yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bûm saat 12`ê şevê bû rihmetiyê kek Mihemed Ozun telefon ji min re vekir û got; Heval Omer mixabin şehîd Neco li zîndanê hatiye şehîd kirin, wê şevê min û Agnîta xew bi çavên me neket û min belavokek wê şevê amade kir û belav kir bi navê malbatên şehîdên zîndana Diyarbekir min belav kir û gelekî deng veda."

 Amadekirin: Dawûd Çîçek

XELAT