HORÎ - Koça dawî ya hunermend Ciwan Hesen
Hunermend (Şêrzad Efrînî) ji welatê Siwêdê û Hunermend (Burhan Hesko) ji bajarê Helebê, îro roja şemiyê 24/5/2025 bûnê mîvanê Bernama HORÎ ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de, hunermend (Şêrzad Efrînî) behsa jiyana hunermendê koçbûyî Ciwan Hesen kir û da zanîn ku, stranên wî gelekî nîştimanperwerî û kurdayetî û li ser êşa Efrînê bûne û piranî jî xemgînî bûne û hestên xwe gelekî nazik bûn, her weha rewşa Efrînê û rewşa koçberiyê û zor û zehmetiyên jiyanê gelekî bandor li kesayetiya wî kiribû.
Ji aliyê xwe ve Hunermend Burhan Hesko da zanîn ku dengê Ciwan Hesen şewat û êşeka Efrînê û çiyayê Kurmênc bû û êşa gelê Efrînê berdewam di helbest û stranên xwe de tîna ser ziman. Behsa wê yekê jî kir ku divê gelê kurd xwedî li hunermendên xwe derkevin û alîkariya wan bê kirin.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT
