Aktera jin a Kurd di dramaya "Netflix"ê de dibe yekemîn

Aktera Kurd ya navdar "Evîn Ahmed" ku ji dayîkek Efrînî û bavek ji Silêmaniyê li Siwîd hatiye dinê di rêzefîlmeke drama ya Netflix de dilîze ku li Amerîkayê bûye rêzefîlma drama ya herî zêde tê temaşekirin. Evîn ji bo jinên Kurd peyamek heye û daxwaz ji wan dike ku bi hêz bin û bi xwe bawer bin.

Evîn Ehmed, xanime aktera Kurd ku zincîre dramaya Brîtanî li tora Netflix`ê de li çendîn welatên cîhanê û di nav de jî Amerîkayê ev demek dirêje pirtirîn bînerên xwe hebûye.

Evîn daxwazê ji xanimên Kurd dike ku bihêz bin û baweriya xwe bi xwe bînin. Evîn her çende bavê xwe xelkê bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê ye û diya xwe jî xelka bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye bi herdu zaravayên (Soranî û Kurmancî) diaxive û dibêje min niha zanî ku çima bavê min dixwest ku ez fêrî zimanê Kurdî bibim.

Di hevpeyvîneke taybet de li gel beşa Kurdî ya Dengê Amerîkayê de, (Evîn) behsa zaroktiya xwe dike û dibêje "Ez ji doza Kurdî tênedigihîşt lê dayîk û bavê min berdewam behsa Kurdistanê ji min re dikirin û wê jî dipirsî gelo ew kudere? çawa wê biçe wir? her weha dibêje:Gelek nexweşî bi serê gelê Kurd de hatibûn ku min ji dayîk û bavê xwe dibihîst lê min nedizanî çine?".

Xanima aktera Kurd ji bilî lîstikvaniyê di heman demê de jî nivîskare û çendîn xelat bi dest xistine û dibêje ku, raste ew balê dikşîne ku jineke Kurde û li Siwêdê dijî û nasnameya xwe ya cuda heye lê belê di heman demê de cihê mixabiniyê ye "ku ez nikarim bi temamî girêdayî nasname xwe ya Kurdî bibim çûnkî ez li vir ji dayîk bûme û mezin bûme, îca eve jî rewşeke aloz e, hêvîdarim bikarim tiştên zêdetir li ser paşxana xwe ya Kurdî fêr bibim."

Evîn Ehmed di sala 1990`ê li Stokholm paytexta Siwêdê ji dayîk bûye û her di zaroktiya xwe de karê xwe lîstikvanî bûye û ew li çendîn zincîre û filman de beşdarî kiriye ji wan (Blue Eyes, The Rain, Snabba Cash). Karê wê ya herî dawî jî dramaya (Who is Erin Carter? -bi wateya- Êrn Karter kiye?) ku di 24/8/2023 di Netflix de hatiye belav kirinê û navbanga Evîn zêdetir kiriye.

Evîn di gotina xwe de dibêje ku, ew bi dûr nabîne ku rojekê di filîmeke Kurdî de jî beşdarî bike lê belê dive destpêkê ew xwe baş fêrî axaftina bi Kurdî.

Jêder: VOA Kurdî

Sekoya Kurmancî