Bi vîdyo.. Gorên Efrîniyan ji Şehbayê derdixin

Bi vîdyo.. Gorên Efrîniyan ji Şehbayê derdixin

Hat gotin ku êdî xwediyê cihê goristana Tilqirahê ku termên miriyên koçberên Efrîniyan têde hatine veşartin, niha xwediyê erdê daxwaz dike ku bi zûhtirîn dem her kes were termên xwe veguhzînin bo Efrînê, eger na, wê demê ewê erdê xwe bajo û wê goristanê têkbide.

Ev yek ji aliyê Rêkxistina Mafên Mirovan li Efrînê bi tundî hate şermezar kirinû Rêkxistina Hawarê jî ew reftar nepejirand û bi tundî şermezar kir.

Piştî ku hinek ji xelkên Efrînê çûne bo derxistin û veguhistina termên mirovên xwe bo Efrînê, ew pêngav ji aliyê çekdaran ve hate qedexekirin û daxwaza pere û astengî li pêş malbatên miriyan çêkirin.

Ev rewş gelek nerihetî di nava malbatên Efrîniyan de çêkir ku ev kar dûre ji rewişta mirovahiyê.

Hêjayî gotinê ye ku piştî neçarbûna xelkên Efrînê koçberiya bi dare zor, piştî dagîrkirina Efrînê, xelkên Efrînê nêzîkî 7 salan li Şehbayê niştîcih bûn û miriyên xwe li goristana Tilqirahê vedişartin.

Xelat