Kurdistanî Nwê du rûpelên xwe bi Kurdiya latînî diweşîne
Rojnameya Kurdistanî Nwê, ku rojnameyekî siyasî giştî rojane ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye, wek destpêşxeriyek nû di hejmara xwe ya( 9487)an ya roja yekşemê (31/8/2025)an de, du rûpelên xwe ji bo kurdiya alfabeya latînî bi diyalekta soranî vediqetîne wek destpêşxeriyek nû li ser astê Kurdistanê…
Bi vê mebestê helbestvan û nivîskarê kurd (Salih Bêçar) runkirinek pêwîst ji bo vê destpêşxeriyê di rojnameyê de weşandiye û eve jî naveroka wê ye:
"Xwendevanên hêja yên Kurdistanî Nwê
Aşkiraye ku Kurdistanî Nwê, wekî yekem rojnameya rojane ya Kurdî li Başûrê Kurdistanê, her gav di gelek waran de yekem û destpêşxer bûye.
Helbet, destpêşxeriyek din a rojnameya we, li Silêmaniyê, paytexta rewşenbîriyê, ewe ku heftê du rûpelan ji bo bêtir balkişandina ser çand û ferhenga Kurdî bi alfabeya Latînî ya Kurdî veqetîne.
Ev alfabe ji sed salan zêdetir e ku li Kurdistana Mezin ji bo nivîsandin û weşandina broşûr, kovar û rojnameyan tê bikar anîn û weşandinê.
Bê guman, her çend alfabeya Latînî ya Kurdî li du beşên Kurdistanê tê bikar anîn jî, karanîna vê alfabeyê bûye pêdiviyek çandî û defakto ya hetmî di vê serdemê de .
Bi wê hêviyê ku ev gava girîng a rojnameya Kurdistanî Nwê dê bibe çavkaniya îlhamê ji bo rojnamegeriya Kurdî bi alfabeya Latînî ya Kurdî. Hûn yên hêja û ezîz jî dikarin bi şandina şîrove, raman û berhemên xwe van her du rûpelan rengîntir û dewlemendtir bikin.
Salih Bêçar"


XELAT
