Ew Bajarê Rojhilatê Kurdistanê ku 4 navên wê hene
Rojhilatê Kurdistanê ji pênc parêzgehan (wîlayetan) pêk hatiye, ew jî Parêzgeha (Sine, Kirmaşan, Wirmê, Îlam û Xurmuawa) ye. Piraniya akinciyên van parêzgehan jî Kurdin, lê belê li hindik parêzgehên wek Wirmê, Azerî û Tirk jî digel kurdan pêkve dijîn. Li parêzgehên dinê jî bi taybetî parêzgeha Kirmaşanê, li hindek ji navçeyên wê Kurd û Tirk pêkve dijîn , lê belê piraniya akinciyên wê kurdin.
Bi berovajî li hindek li parêzgehên din ên Îranê jî ku di nexşeya fermi de ne parêgehên Kurdane lê hêjmareke gelek zêde Kurd têde dijîn, wek nimûne hêjmarek ji gundên ser bi parêzgeha (Hemedan)ê yan li parêzgeha Qezwîn hêjmarek zêde kurd lê dijîn ku ew kurd xelkên resen ên wan bajaran in, ji bilî wê jî li parêzgeha Xorasanê bi taybetî jî navçeyên derdura Qûçan û Şîrwanê hêjmarek gelekî zêde kurd lê dijîn ku nêzîk 2 milyon kurd dibin.
Yek ji bajarên parêzgeha Kirmaşanê ku bajarekî temamê wê kurd nişîne û navê wê (Şabad)e , ev bajar navê xwe yê esasî (Arûnawa) yan (Harûnawa) ye. Sala 1935`an ji aliyê desthilata paşayatiyê ve navê wê bi Şabad hatiye guhertin, sala 1979`an de jî carekî din navê wê hatiye guhartin û komara îslamî ya Îranê jî navê (Îslam Abad a Rojava) lêkiriye.
Şabad, piştî Kirmaşanê duyemîn bajarê mezin ê wîlayeta Kirmaşanê ye, hêjmara akinciyên wê li gorî serjimêriya sala 2016`an zêdetir li 90 hezar kes bûne, xelkê vî bajarî bi zimanê kurdî ya (Kelhurî) diaxivin, her weha hêjmarek ji akinciyên wê jî bi Kurdiya `Sincawî û Zengeneyî û Lekî` diaxivin. Xelkê bajêr zêdetir bi Şabad navê bajarê xwe tînin ser ziman û hêjmarek kêm bi `Îslam Abada Rojava` didin nasînê ku tenê di fermiyetê de tê bikaranîn.
Her weha piraniya akinciyên `Şabadê` ser bi ola Îslamê û bi mezheb (Şî`e) ne û hêjmarek berbiçav jî ji xelkê bajêr weke beşekî zêde ji bajarên Kirmaşanê ser bi ola (Yarsan)in ku oleke kurdên arî ya kevne û hêjmarek kêm ji xelkê bajarê Şabadê ji ola Behayî ne.
XELAT/ Rojanama Kurdistanî Nwê